Enqere (Rûdaw) - Piştî ku dîmenên leşkerên Tirkiyê yên ku êşkence li gerilayeke jin ya PKKê dikin li ser torên civakî belav bûn, dayikên şehîdên PKKê ku ew li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê weke "Dayîkên Aştiyê" tên bi nav kirin, bertekên tund nîşan dan.
Sayîkên şehîdên PKKê li navenda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyaniyek belav kirin û dubare daxwaza aştiyê û azadkirina Rêberê PKKê Abdulah Ocalan kirin.
Li Bakurê Kurdistanê di encama şerê di navbera PKKê û hêzên dewleta Tirkiyê de car car wêneyên gerîlayên ku rastî êşkenceya leşkeran tê li ser torên civakî belav dibin. Herî dawî gerîlayeke jin li navçeya şemzînan bi bîrindarî rastî erîş û êşkenceya leşkeran hat û ew bûyere ji aliyê HDPê dayîkên gerilayên şehît ve hate şermizar kirin.
Parlementera HDPê Selma Irmak derbarê vê yekê de wiha got:
“Hevaleke me ya gerîla li Şemzînanê hatiye girtin û bi dîmenên nexweş hate rojevê. Ew dîmen hatine parvekirin em jî ji bo bertek û şermizar kirina vê bûyerê daxuyanîyekê didin.”
Dayîkên gerilayên şehit jî daxwazê ji hikumeta Tirkiyê dikin ku aştî pêk were û rêberê PKKê Abdulah Ocalan bê azad kirin.
Dayîka Şehîdê PKKê jî wiha got: “Em biratiyê dixwazin. Em aştiyê dixwazin. Bila xwîn nerijê. Em serokê xwe dixwazin, em bi serokê xwe dijîn em ji bo serokê xwe hatine vir.”
Dayîkê din jî wiha got: “Em îşkenceyê çi caran qebûl nakin. em qarşî ne ( lidijî ne) em herûher qarşî ne.
Dayîkên şehîdan heman demê daxwaza yeketiyê ji aliyê Kurdan jî kiirn û amaje bi wê yekê kirin ku eger kurd bibin yek dewlet jî nikare êşkenceyê li bedenên gerilayan bike.
Herwiha dayîkên şehîdan heman demê daxwaz kirin ku daxuyaniyekê li ber derê Neteweyên Yekbûyî jî belav bikin, lê polîs û hêzên asayîşê destûra vê yekê neda.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse