Patriyarkê Dêra Aşûrî ya Rojhilat spasiya gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê îro Çarşem 22ê Îlona 2021an pêşwazî li patriyarkê Dêra Aşûrî ya Rojhilat, Mar Awa Royel û şandeke pê re kir. Di hevdîtinê de, Nêçîrvan Barzanî ragihand, rola mamosteyên tevahiya olan di bihêzkirin û kûrkirina pêkvejiyanê, lêborîn û aştiyê de pir giring e.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî bi helkefta destbikarbûna wî, pîrozbahî li patriyarkê Dêra Aşûrî ya Rojhilat, Mar Awa Royel kir û hêviya serkevtinê jê re xwest û piştgiriya xwe ji bo wî di erkê nû de ragihand.
Nêçîrvan Barzanî amaje bi rola mamosteyên olî yên tevahiya olan di pêkevjiyana aştiyane de kir û ji partiyarkê Dêra Aşûrî ya Rojhilatê re got, “rola qedaseta te, dêr û kesayet û mamosteyên olî yên tevahiya olan di kûrkirina bihevrejiyanê, lêborîn û aştiyê de giring e.”
Nêçîrvan Barzanî hebûna kursiya patriyarkê li Hewlêrê jî “giring” bi nav kir û diyar kir, ew yek baweriyê çê dike.
Roja Duşemê 13ê Îlona 2021an, di merasimekê de li Dêra Mar Yuhena Mehmedan a li Enkawe ya Hewlêrê, 122mîn patriyarkê Dêra Aşûrî ya Rojhilat bi fermî dest bi karê xwe kir. Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, Parêzgarê Hewlêrê, Omêd Xoşnaw û hejmarek berpirsên din ên hikûmetê di merasimê de beşdar bûn.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de patriyark Mar Awa Royel û şanda pê re, ji ber beşdariya serok Nêçîrvan Barzanî di merasîma diyarkirina qedaseta patriyark de, spas û pêzanînên xwe nîşan dan û “pesnê rol û bandora Serokê Herêma Kurdistanê di piştgîriya pêkhateyan û parastina pêkvejiyan û tebayî ya li Herêma Kurdistanê dan.”
Di hevdîtinê de, herdu aliyan herwiha tekezî li ser “miyanrewî û giringiya aramiyê” kirin.
Nirxandina karubarên dêrê li Herêma Kurdistan, Iraq û cîhanê û rewşa Kirîstiyan û pêkhateyên li Herêma Kurdistan û Iraqê, mijareke din a civînê bû.
Patriyarkê Dêra Aşûrî ya Rojhilat, ji ber pêşwazî û vehewandina koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê, bi taybetî jî koçberên Kirîstiyan, spasiya gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.
Di civînê de şandeke Dêra Aşûrî ya Rojhilat û Wezîrê Ewqaf û Karubarên Olî yê Herêma Kurdistanê jî amade bûn.