Amed: Kesê ku kartên kal û pîran didizîn hat girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê kesekî ku kartên welatiyên bi temen didizîn û ji wan pere dikişandin hat girtin.
Wî kesî heta niha kartên 13 kesên bi temen dizîne û bi vê rêyê 314 hezar lîreyên Tirkî ku derdora 11 hezar û 600 dolarên Amerîkî dike ji hesabên wan wergirtiye.
Li parêzgehên Bakurê Kurdistanê kesên bi temen û malnişîn ên nexwende dema serê mehê diçin ber ATMyan piraniya wan nikarin ji wan amûran bi kartên xwe yên bankî pereyên xwe bikişînin û ji kesên derdorê alîkariyê dixwazin.
Li parêzgeha Amedê dizan çavê xwe berdaye meaşê mehanê yê kesên bi temen û vê rewşê wek derfeteke diziyê dibînin.
Li ber ATMyan radiweste û şîfreyên wan ji wan werdigire
Li gorî zanyariyan kesekî bi navê Veysel A. ev yek ji xwe re kiriye karek û rojane li ber ATMyan radiweste û bi hinceta alîkariyê kartên bankî yên kesên bi temen û şîfreyên wan ji wan werdigire.
Piştî wê jî dema ku kesên bi temen pereyên xwe dihejmêrin ew kartên wan didize û hemû pereyên li ser hesabên wan radikêşe.
Tîmên girêdayî Rêveberiya Ewlehiyê ya Amedê ji bo desteserkirina gumanbar Veysel A. lêkolîn da destpêkirin.
Polîsekî xwe wek welatiyekî asayî lê kir û ji bo wergirtina pere li ber ATMyekê rawestiya.
Dema gumanbarê navborî hewl dida wek heman carê pereyê kesekî din bikişîne, ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.
Wî kartên bankî yên 13 kesan dizîne
Di encama lêkolînên polîsan de diyar bû ku Veysel A. berî niha kartên bankî yên 13 kesan dizîne û ji wan 314 hezar lîreyên Tirkî wate derdora 11 hezar û 600 dolarên Amerîkî pere wergirtiye.
Gumanbar piştî ku hat desteserkirin ji dadgehê re hat şandin û li dadgehê bi tohmeta “şelandinê” hat girtin.