Şandeyeke Awistralyayê çû Rojavayê Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyeke Awistralyayê ya bi serokatiya Senator David Shoebridge, ji bo nirxandina rewşa siyasî, civakî û mirovî Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a li Qamişloyê ziyaret kir.

Li gorî Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, şande ji aliyê Hevserokê Daîreyê Fener el-Geyit û alîkarên wî Rûbel Beho û Gulistan Elî ve hat pêşwazîkirin.

Birêvebiriya Daîreyê serdanê wekî gaveke erênî bi nav kir û tekezî li ser wê yekê kir ku divê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir ji aliyê navneteweyî ve were nasîn û diyaloga siyasî ya cidî ji bo çareserkirina krîzê were xurtkirin.

Peymana 10ê Adarê û mafên jinan

Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan tekezî li ser girîngiya çareseriyeke siyasî ya berfireh wekî tekane rêya bidawîkirina krîza Sûriyeyê kir.

Her wiha hat diyarkirin ku pêwîst e Peymana 10ê Adarê were bicîkirin û mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê, bi taybetî jî mafên jinan, werin misogerkirin.

“Modela Rêveberiya Xweser bêhempa ye”

Di daxuaniyê de hat ragihandin ku Senator David Shoebridge pesnê tecrubeya Rêveberiya Xweser da, bi taybetî di warê beşdarbûna jinan di mekanîzmayên biryardanê de.

Shoebridge destnîşan kir ku ev tecrube "wekî modelek demokratîk a bêhempa ya li herêmê, heq dike ku were piştgirîkirin û berfirehkirin."

Shoebridge her wiha spasiya hewldanên Rêveberiya Xweser ên ji bo parastina aramiyê û şerê li dijî terorê kir û bal kişand ser rola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a di têkbirina DAIŞê de.