Li Rihayê qeza: Kesek mir û 14 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Serê Kaniyê ya parêzgeha Bakurê Kurdistanê minîbus û otomobîlek li hev qelibîn û di encamê de kesek mir û 14 kes birîndar bûn.

Li ser rêya navbera navçeyên Wêranşar û Serê Kaniyê îro minîbûs û otomobîlek li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Şofêrê otomobîlê Can Akgeyîkê 20 salî mir û 14 kesên din jî birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyên cuda yên bajar.