Li Antalyayê teqîn: Mirî û birîndar hene
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Demreyê ya parêzgeha Antalyayê ya Tirkiyeyê êi depoyeke cihê firotina sewze û fêkiyan teqîn çêbû û di encamê de kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn.
Teqîn îro li Taxa Kuçukkumê ya navçeya Demreyê ji ber sedemeke nehatiye zanîn qewimî.
Di teqînê de 4 kes birîndar bûn.
Piştî teqînê tîmên tenduristî û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tendursitiyê her 4 kesên birin nexweşxaneyan.
Lê tevî hemû hewldanan kesek ji wan mir.
Hat ragihandin ku rewşa 3 birîndarên din jî giran e.
"Sedema teqînê ne diyar e"
Hêzên ewlehiyê derbarê bûyerê dest bi lêpirsîneke berfireh kiriye ku sedema teqînê diyar bikin.