Li Gulale çekdaran 3 kesên ji malbatekê kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Di encama êrîşa çend çekdaran bo ser malekê de li bajarokê Gulale, 3 kesên ji malbatekê hatin kuştin.
Rêveberê Bajarokê Gulale, Yeiqûb Yûsif ji Rûdawê re ragihand: Demjimêr 5:00ê êvara Yekşemniyê, çend çekdaran êrîşî malekê li taxa Tecnîd a li rojhilatê Gulale kirin û keçeke 16 salî û dayik û bavên wê kuştin.
Rêveberê Bajarokê Gulale herweha got, ew malbat ser bi hoza Xalid in, û heta niha nayê zanîn sedema wê bûyerê çi bûye û çekdar jî bo cihekî nediyar reviyane.
Piştî agahdarbûna ji bûyerê, hêzên polîs û hêzên ewlehiyê yên ser bi hikûmeta Iraqê gihîştin cihê bûyerê û li gorî agahiyan derbarê bûyerê de lêkolîn dane destpêkirin.
Herwiha termên wan qurbaniyan bo pizîşkiya dadê ya Gulale hatine veguhastin.
Bajarokê Gulale yek ji deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ye û dikeve di çarçoveya madeya 140 a destûra Iraqê de ku Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê li ser nakok in, lê ji aliyê îdarî ve ser bi parêzgeha Diyale ya Iraqê ve ye.