Cenazeyê Faris Qasim bo Rojavayê Kurdistanê hat şandin

Hewlêr (Rûdaw) - Cenazeyê Faris Qasim welatiyê Rojavayê Kurdistanê ku di nava daristanên Yûnanê de canê xwe ji dest dabû, bi rêya Herêma Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê hat kirin û radestî malbata wî kirin.

Faris Qasim Silêman, xelkê bajarê Dêrikê ê Rojavayê Kurdistanê ye. Xwestibû biçe Ewropayê û çûbû Tirkiyê, lê di rê de di nava daristanên Yûnanê de tendirustiya wî têk çûye û canê xwe ji dest daye, kesên pê re bûne jî ew hiştine û çûne.  

Roja 29ê meha borî polîsê Yûnanê termê wî di nava daristanê de dîtibû. Malbata wî ew nas kirin û îro 22ê Cotmeha 2022an cenaze hate Herêma Kurdistanê û ji vir jî bi riya deriyê Pêşxabûr-Sêmalka derbasî Dêrikê li Rojavayê Kurdistanê kirin û dê li wir bê veşartin. 

Hacî Mihemed xizmekî Faris ji Rûdawê re got, “kes li Faris xwedî derneketiye û kesê qaçxçî û hevrêyên wî ew di cih de hiştine û tiştek jê re nrkirine, ew bi xwe re nebirine.”

Endamê komîteya şêwirê ya PDK-Sê Hişyar Mîranî jî dibêje, “ji gundê Faris berî sala 2011an tenê 9 kes li Ewropayê bûn, lê belê niha hejmara wan kesên ji wî gundî çûne Ewropayê nêzîkî 835 kesan e û hejmar her zêde dibe.”

Li kampa Domîz a Duhokê jî merasima şînê ji bo Faris hatiye danîn, ji ber ku gelek xizmên wî wek penaber berê xwe dane parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê û li wê derê dijîn.

Ebdulkerîm Qasim birayê Faris dibêje, ew misilman in û bawer dikin ku ew qedera birayê wan bûye, lê belê daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin çareseriyek were dîtin daku bûyerên bi vî awayî di paşerojê de dubare nebin.

Faris Qasim sala 1978an ji dayik bûbû, zewicî bû û 6 zarokên wî hebûn, sê kur û sê keç.