Mesrûr Barzanî: Divê rê li ber planên li dijî bipêşketina Herêma Kurdistanê were girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Mesrûr Barzanî li navçeya Amêdiyê ya Dihokê gotarek pêşkêş kir û tekezî li ser pêwîstiya yekrêzî û beşdariya berfireh a di hilbijartinan kir.

Hilbijartinên Parlamentoya Îraqê dê 11ê Çiriya Paşîn werin kirin û partî bangeşeyên xwe didomînin.

Alîkarê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî spasiya berxwedêriya xelkê Kurdistanê, bi taybetî jî navçeya Amêdiyê kir û ew dever wekî "landika şoreş û qurbanîdanê" bi nav kir.

Mesrûr Barzanî di gotara xwe de bal kişand ser berpirsyariya nûnerên Kurdistanê yên li Bexdayê yên ji bo parastina mafên destûrî û rêgirtina li plangêriyên li dijî Herêma Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî derbarê pirsgirêka meaşan û binpêkirina destûrê rexne li hikûmeta Îraqê girtin û ragihand:

"Kes minetê li ser me neke û kes xêrê bi me nake.

Her tiştê ku em gihîştinê û her tiştê ku me kiriye, heqê zehmetî, xebat, ked û xebata we bi xwe ye."

Mesrûr Barzanî her wiha tekezî li ser wê yekê kir ku "pirsgirêka Kurdistanê ne tenê meaş e" di heman demê de misogerkirina mafên destûrî û rêgirtina li wan plangêriyan e ku dixwazin pêşî li bipêşketina Herêma Kurdistanê bigirin.

Barzanî xwest ku nûnerên li Bexdayê "parastina mafên hemû xelkê Îraqê bikin, ne tenê yê Kurdan" ji ber ku li gorî gotina wî, başbûna rewşa giştî ya Îraqê dê bandoreke erênî li Kurdistanê bike.

Projeya "Hejmara Min" xaleke din bû ku Mesrûr Barzanî di gotara xwe de amaje pê kir û ew wekî projeyeke binesaziya aboriyê ya girîng bi nav kir.

Alîkarê Serokê PDKyê her wiha da zanîn ku ew proje "ne tenê ji bo wergirtina meaşan e, ji bo dabînkirina deynan e jî ji bo welatiyên di warên niştecihbûn, kar û projeyên taybet de.

Bi vê yekê derfetên kar ji bo ciwanan tên afirandin û sektora taybet tê bipêşxistin."

Mesrûr Barzanî behsa projeya "Ronahî" ya ji bo dabînkirina elektrîka 24 saetî ya ji bo hemû herêmên Kurdistanê kir û soz da ku sala bê ev proje dê bi temamî were bicihanîn.