Efrînî dixwazin dîsa bi zimanê dayîka xwe bixwînin
Hewlêr (Rûdaw) - Xelk, mamoste û xwendekarên li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dixwazin xwendina bi zimanê Kurdî vegere dibistanan û mamosteyên Kurdî vegerin ser karê xwe.
Ev daxwaz piştî wê yekê tê ku fêrkirina zimanê Kurdî li dibistanên herêmê hatiye rawestandin.
Mamosteya zimanê Kurdî Rende Osman ji Efrînê beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû ku Nalîn Hesen pêşkêş dike.
Wê ragihand ku fêrkirina zimanê Kurdî li dibistanan ji sala 2014an ve dest pê kiribû û sala 2018an wekî wane dihat xwendin.
Li gorî gotina wê, sala 2022yan li Zanîngeha Helebê ya Azad a li Ezazê beşê zimanê Kurdî di peymangeha bilind a zimanan de hatibû vekirin û nêzîkî 150 xwendekarî lê dixwend.
Her wiha sala 2024an jî li peymangeha amadekirina mamosteyan beşa zimanê Kurdî hat vekirin û 60 xwendekar lê bûn.
Lê belê îsal xwendina bi zimanê Kurdî hat rakirin û mamosteyên wê ji bo dayîna waneyên din hatin raspartin.
Rûdawê li ser mijarê pêwendî bi Birêvebirê Peymangeha Navîn a Amadekirina Mamosteyan Xalid Tefûr re danî.
Wî got ku hejmara xwendekarên beşê zimanê Kurdî gihiştiye nêzîkî 60î.
Xalid Tefûr da zanîn ku ew xwendekar bi awayekî serkeftî gihîştine sala xwe ya duyem a xwendinê û got:
"Bi rêya pêwendiyên li gel Wezareta Perwerdeyê, me şiya razîbûna wezaretê wergirin ku ev xwendekar karibin xwendina xwe heta dawiyê temam bikin û bawernameyên xwe wergirin."
Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê Mihemed Tirko 20ê Çiriya Pêşîn a 2025an derbarê "plana awarte ya xwendinê" biryarek derxist.
Di vê planê de, ji bo polên 7 heta 12 madeyeke bi navê "zimanê biyanî" hatiye zêdekirin.
Rende Osmanê da zanîn ku niha li Efrînê zimanê Fransî wekî zimanê biyanî tê xwendin û ev yek tiştekî nû ye.
Rendeyê her wiha bi bîr anî ku Parêzgarê Helebê hefteyek berê çûbû Efrînê û got:
"Xwendekarên peymangehê ji Parêzgar xwest ku zimanê Kurdî vegere dibistanên Efrînê û li Sûriyeyê bibe zimanê duyem."
Li gorî gotina wê, Parêzgarê Helebê di bersiva xwe de gotiye ku ev rewşeke siyasî ye û dibe ku bi demê re bê çareserkirin.
Mamosteya Kurd amaje bi wê yekê jî kir ku li Efrînê 300-400 mamosteyên zimanê Kurdî hene û ew niha li dibistanan waneyên wekî muzîk, wênexêzî û werzişê didin.
Rendeyê daxuyand ku li herêma Efrînê pirsgirêkeke din a perwerdeyê heye û xwendekarên ku berê li gorî rêbazên Rêveberiya Xweser dixwend û niha vegeriyane Efrînê, nikarin xwendina xwe li dibistan û zanîngehan bidomînin.
Zanîngeha Xazî Entabê ya li Ezazê ragihandibû ku ew dê bawernameya pola 12an a Rêveberiya Xweser qebûl bike lê paşê ji vê biryara xwe vegeriya û xwendekar bê derfet man.
#VÎDEO - Li Efrînê gav bi gav rê li ber zimanê Kurdî tê girtin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 22, 2025
🛑 Efrînî dixwazin dîsa bi zimanê dayîka xwe bixwînin
🎙️ Mamosteya Kurdî Rende Osman: Ji 2014an ve Kurdî li Efrînê dihat fêrkirin lê niha zimanê Kurdî radibe#Rojava #Kurdî #Efrîn pic.twitter.com/R0G2Dvwxz9