Li Mereşê komkujî: 2 jin kuştin û gule bera serê xwe da

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê, kesekî hevjîna xwe ya berê û xesûya xwe ya berê kuştin, keça xwe ya neheq jî birîndar kir û pişt re bi heman çekê hewl da xwe bikuje.

Bûyer danê êvarê li navçeya Dulkadîrogluyê ya parêzgeha Mereşê qewimî.

Li gorî agahiyan, Hakan Yilmaz çûye mala hevjîna xwe ya berê Fatma Gorkemê û piştî nîqaşekê, bi çeka ku bi xwe re biribû ew kuştiye.

Yilmaz paşê çûye taxa Namik Kemalê û li wir jî gule li xesûya xwe ya berê Gulistan Gorkemê û keça xwe ya neheq Eda Nur Goksuyê reşandine.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîman diyar kir ku Fatma Gorkem û dêya wê Gulistan Gorkem mirine.

Keça birîndar Eda Nur Goksu jî li nexweşxaneyê ye.

Termên her du jinan ji bo otopsiyê birin morga Saziya Tiba Dadê ya Mereşê.

Hîn sedema êrişê nehatiye zanîn û polîsan ji bo girtina Hakan Yilmaz operasyoneke berfireh dabû destpêkirin.

Polîsan tesbît kir ku Yilmaz li taxa Mîmar Sînanê ye û dora taxê pêça.

Hakan Yilmaz, dema dît ku polîs gihîştine û fêm kir ku dê were girtin, gule bera serê xwe da.

Tîman Yilmazê ku bi giranî birîndar bûbû, bi ambulansê birin nexweşxaneyê û hat ragihandin ku rewşa wî û keça wî ya neheq giran e.