Li Kobanî şer û top dîsa dest pê kirin
Sînorê Kobanî (Rûdaw)- Piştî aramiya duhî, îro dîsa şer û pevçûn bi çekên giran di navbera Hêzên kurdî û çekdarên DAIŞê de dest pê kir.
Peyamnêrê Rûdawê li nêzîkî sînorê Kobanî Imer Kalo ragihand: “Îro seat 08:00 çekderên DAIŞê gundê Til Şeîrê yê rojavayê bajarê Kobanî topbaran kirin.”
Imer Kalo wiha domand: “Çekdarên DAIŞê taxên başûrê Kobanî li ser rûya Helebê jî topbaran kirin.”
Kalo tekez kir ku, “Hêzên Pêşmerge niha pi tundî bersiva wan didin û çeperên DAIŞê li aliyê başûrê bajêr û Kaşê Miştenorê jî, bi rokêtan didin ber topan.”
Peyamnêrê Rûdawê ragihand: “Şer di nava taxên bajêr di navbera şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çekdarên DAIŞê de dîsa giran bûye.”
Imer Kalo tekez kir ku, “Tevgera balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li ser bajarê Kobanî ji ber rewşa seqayê nemabû, lê îro dîsa 2-3 caran hatin û zû çûn.”