DEM Partiyê êrişa li avahiya CHPyê şermezar kir
Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê, êrişa li ser avahiya Rêxistina CHPyê ya Îpekyoluya Wanê bi tundî şermezar kir.
DEM Partiyê di daxuyaniyê de diyar kir ku ti tekîliya êrişê bi alîgirên wê ve nînin ev peyam hat dayîn:
"Ti kiryara tundûtûjiyê ku rexneyên me yên siyasî pûç bike ne ya me ye."
"Têkiliya êrişê bi alîgirên me re nîne"
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piştî helwesta CHPyê ya biryara Komîsyona Îmraliyê hewl hat dayîn ku êriş bi alîgirên DEM Partiyê ve bê girêdan û wiha hat gotin:
"Di demeke kurt de hat fêmkirin ku êriş ji aliyê derdorên din ve hatiye kirin.
Em helwesta neyînî ya CHPyê rexne dikin lê em dixwazin diyar bikin ku em ti kiryara tundûtûjiyê ya li dijî vê helwestê rast nabînin."
"Serdana Îmraliyê xwedî nirxeke dîrokî ye"
Di daxuyaniyê de hevdîtina heyeta Komîsyonê ya bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re wekî "watedar û xwedî nirxeke dîrokî" hat binavkirin.
Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê bal kişand ser hestiyariya pêvajoyê û hişyariya provokasyonê da û got:
"Di vê pêvajoya hestiyar de rawestana li hemberî her cure helwesta provokatîf erkeke dîrokî ye.
Em bi girîngî diyar dikin ku ti gotin û çalakiya ku hem têkoşîna me ya rewa, hem jî rexneyên me yên siyasî yên meşrû yên li dijî dijberên aştî/wekheviyê pûç bike ne ya me ye."
Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê di dawiya daxuyaniya xwe de careke din êriş şermezar kir.
DEM Partiyê her wiha da zanîn ku ji bo ku pêvajo bi awayekî saxlem bi pêş ve biçe, bangî hemû aliyên siyasî kir ku bi berpirsiyarî tevbigerin.
Doh êvarî komekê êrişî avahiya Rêxistina CHPyê ya Îpekyoluya Wanê kiribp û tabelaya partiyê şikandibû.