Serok Mesûd Barzanî û Nûrî Malikî civiyan
Hewlêr (Rûdaw) - Serok Barzanî û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Nûrî Malikî civiyan.
Li gorî daxuyaniya nivîsgeha Nûrî Malikî, di civînê de rewşa siyasî û encamên diyalogên berdewam ên di navbera aliyan de hatine gotûbêjkirin.
Nivîsgeha Ragihandinê ya Nûrî Malikî li ser civîna Serok Mesûd Barzanî û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Nûrî Malikî daxuyaniyek belav kir.
Ofîsa Malikî di daxuyaniyê de ragihand, "Di destpêka civînê de her du aliyan ji ber serkeftina di hilbijartinan de hev pîroz kiriye û wan pabendiyên xwe yên ji bo bicihkirina destûrê anîne zimên.
her wiha rewşa siyasî û encamên diyalogên berdewam ên di navbera hêzên niştimanî de gotûbêj hatine kirin."
Li gorî daxuyaniyê, Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê "jii bo lezkirina avakirina hikûmetê amaje bi girîngiya berdewamiya hewlên hevbeş kir da ku daxwazên gelê Îraqê bi cih bîne û aramiyê xurt bike û rêya demokrasiyê biparêze."
#WÊNE -Serok Mesûd Barzanî, Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Nûrî Malîkî qebûl kir
— RudawKurdi (@RudawKurdi) November 22, 2025
📸Ofîsa Nûrî Malîkî pic.twitter.com/e1SAivtPu7
Li aliyê din Ofîsa Serok Barzanî jî li ser civînê daxuyaniyek da û tê de wiha got:
"Di civînê de her du aliyan behsa encamên hilbijartinan ên Parlamentoya Îraqê û qonaxa piştî hilbijartinê kir û tekezî li ser wê yekê kirin ku pêwîst e encamên hilbijartinê di xizmeta xelkê Îraqê de bin.
Aliyan her wiha di civînê de bal kişand ser rewşa siyasî ya Îraqê û herêmê û biryar li ser berdewamiya dan û standina bîr û ramanan û hevahengiya di navbera aliyên siyasî yên di nava pêvajoya siyasî ya Îraqê de hat dayîn."
"Armanc avakirina hikûmetê ye"
Hîşam Rokabî şêwirmendê Nûrî Malikî doh ji Rûdawê re ragihandibû:
"Armanca serdanê gotûbêjkirina li ser pêngavên avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê ye.
Tê çaverêkirin ku di çarçoveya vê pirsê de behsa serokatiya parlamentoyê, serokkomarî û serokwezîrî were kirin."
Şeva 17ê Çiriya Paşîn a 2025an Çarçoveya Hevahengiyê civiya û fraksyona fraksiyona herî mezin a li parlamentoyê ragihand.
Çarçoveya Hevahengiyê her wiha biryara avakirina du komîteyan da.
Yek, ji bo destnîşankirina namzedê posta serokwezîriyê û duyem, ji bo dan û standina bi aliyan re ji bo avakirina hikûmetê.