Ensarîoglu: Ev pêvajo tê wateya tifaqa Kurd û Tirkan
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Galîp Ensarîoglu derbarê pêvajoya nû de got, “Ev mesele ne tenê bidawîhatina terorê ya li Tirkiyeyê ye, di heman demê de tê wateya tifaqeke giştî ya nû ya gelên Kurd û Tirk.”
Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Mehmet Galîp Ensarîoglu beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser pêvajoya çareseriyê pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin.
Ensarîoglu diyar kir ku pêvajo bi îradeya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan tê meşandin, rola hêsanker a MHPyê piştgiriyê dide pêvajoyê û Abdullah Ocalan aliyê pêvajoyê ye.
“Em mecbûr in bi ser bikevin”
Ensarîoglu nêrîna AK Partiyê ya li ser pêvajoyê wiha anî ziman:
“AK Partî mecbûrî tiştekî nîne. Tişta ku em neçar in tenê ew e ku em vî karî bi ser bixin. Yên ku ev kar daye destpêkirin em in, wê demê MHP tune bû.
Dema MHP li dij bû, me pêvajoya Osloyê, pêvajoya Xabûrê, Pêvajoya Yekîtiya Milî ya Biratiyê û pêvajoya çareseriyê her carê nav guherand û bi îradeyeke xurt meşand.
Bi îradeya Serokkomarê me Recep Tayyîp Erdogan, me di pêvajoya çareseriya aştiyane de îradeyeke cidî nîşan da û dest pê kir.”
Piştgiriya Bahçelî û Tifaqa Cumhurê
Ensarîoglu bal kişand ser rola Tifaqa Cumhur û Devlet Bahçelî û wiha got:
“Vê carê ev mesele wekî projeya Tifaqa Cumhur û dewletê, bi îradeya xurt a Serokkomar dest pê kiriye.
Rola Devlet Bahçelî ya bipêşvebir û hêsanker nabe ku bê kêmkirin.
Çimkî mesele ne tenê bi avêtina gavên rast çareser dibe; psîkolojiya civakî û rewşa giştî ya kar jî girîng in.”
“Komîsyonê guh da her alî”
Ensarîoglu xebatên Komîsyona parlamentoyê jî wiha nirxandin:
“Komîsyonê civîna xwe ya 18an li dar xist. Guh li her alî hat girtin: Ji malbatên şehîdan, ji Dayikên Şemiyê, heta bi Dayikên Aştiyê, ji civaka sivîl, partiyên siyasî, akademîsyen û rojnamegeran, her kesî axivî.
Êdî hemû aliyên ku diviyabû bên guhdarîkirin hatin guhdarîkirin û Komîsyon dê van agahiyan bike rapor.”
Rola Ocalan a di pêvajoyê de
Ensarîoglu tekez kir ku Abdullah Ocalan aliyê pêvajoyê ye û got:
“Ocalan bi bangên xwe yên li rêxistinê, pêvajoya xwefesixkirin, çekdanîn û vekişandina hêzên xwe yên ji derveyî welat bi rê ve biriye.
Di vê pêvajoyê de, îradeya Ocalan nêrînên cuda yên di nav rêxistinê de ji holê rakir.
Eger şerê çekdarî bi dawî bibe, eger rêxistin tevlî jiyana civakî û siyasî bibe, Ocalan aliyê vê yekê ye.”
Helwesta partiyên siyasî
Galîp Ensarîoglu rola CHP û partiyên din ên siyasî di pêvajoyê de wiha nirxand:
“DEM Partî û çend partiyên siyasî bi erênî nêzîk bûn. Partiya Gel a Komarî (CHP) jî nexwest fatûreya siyasî ya pêvajoyê bide û firsendperestî kir.
CHPyê li dijî pêvajoyên çareseriyê yên berê derket lê parlamento adres e.
Eger di nav parlamentoyê de be dikare piştgiriyê bide û rîska siyasî bigire ser xwe.
Di vê meseleyê de divê her kes samîmî be, divê her kes rast be û em bi hev re tevbigerin.”
Rapora Komîsyonê û pêvajoya parlamentoyê
Parlamenterê AK Partiyê Ensarîoglu diyar kir ku Komîsyona Hevgirtina Neteweyê, Biratî û Demokrasiyê dê rapora xwe pêşkêşî parlamentoyê bike û di pêvajoyê de gavên şênber bên avêtin û wiha pê de çû:
“Komîsyon dê piştî hevdîtina bi Ocalan re rapora xwe bi lez pêşkêşî parlamentoyê bike.
Dê mijarên wekî danîna çekan, entegrasyona PKKyiyan a bi jiyana civakî û siyasî re bike rapor û pêşniyaran bike.
Bi nêrîna hevpar a hemû partiyên siyasî, pêvajoya derbasbûna ji parlamentoyê dê hêsan be.
Piştî meha kanûna pêşîn ev mesele dê bê destgirtin û gavên şênber bên avêtin.
Ev mesele ne tenê bidawîhatina terorê ya li Tirkiyeyê ye, di heman demê de tê wateya tifaqeke giştî ya nû ya gelên Kurd û Tirk.
Li ser bingeheke rast, ev tifaq dê aştiyê bîne tevahiya Rojhilata Navîn û dê sûdê bide gelan. Ev mesele dê çareser bibe û êdî veger tune."