LALIŞ - Ji bo pêxistina çirayan çinîna zeytûnan dest pê dike
Hewlêr (Rûdaw) - Li Perestgeha Lalişê amadehiyên demsala nû ya çinîna zeytûnan dest pê dike.
Li Perestgeha Lalişê dê 27ê Çiriya Paşîn dê dest bi çinîna zeytûnan were kirin û zeyta wan ji bo pêxistina 366 çirayên perestgehê bê bikaranîn.
Berpirsê Ragihandinê yê Perestgeha Lalişê Luqman Silêman îro Rûdawê re ragihand ku çinîn dê bi amadebûna Babê Şêx dest pê bike.
"Keç û xizmetkarên Êzidî kom dikin"
Luqman Silêman derbarê merasîmê wiha got:
"Her sal dawiya meha 11an heta destpêka meha 12an, bi amadebûna Babê Şêx û kesekî ji mala Mîr, kesên olî, keç, jin û xizmetkarên Êzidî, demsala çinîna zeytûnan li Perestgeha Lalişê dest pê dike."
800 darên zeytûnan hene
Luqman Silêman da zanîn ku baxên zeytûnan li destpêka Lalişê ne û nêzîkî 800 darên zeytûnan tê de hene.
Berpirsê Ragihandinê li ser pêvajoya çinînê jî wiha got, "Di dema çinînê de mêr zeytûnan diweşînin û keç û jin wan zeytûnan kom dikin û dixin telîsan.
Xizmetkar jî dibin cihekî taybet ji bo embarkirinê û heta meha adarê dimînin, paşê dê wan zeytûnan biguvêşin û zeyta wan hilgirin."
Hişkesaliyê bandor kiriye
Luqman Silêman diyar kir ku ji ber hişkesaliyê îsal berhemê zeytûnan ji salên berê kêmtir e.
Wî tekez kir ku pêwîst e zeyta zeytûnên Perestgeha Lalişê bê amadekirin, ji ber ku rojane ji bo pêxistina 366 çirayan li Lalişê tê bikaranîn.
Ev rîtuel bi hizra vegerandina ronahiya rojê ji bo Lalişê tê kirin.