Xebatên ji bo yekrêziya Kurdî li Rojava berdewam in

Hewlêr (Rûdaw) - Hewldanên ji bo nêzîkkirina aliyên Kurdî yên rojavayê Kurdistanê bûye mijareke germ.

Yek ji xwastekênn ENSKê ew e ku Rêveberiya Xweser girtiyên siyasî yên ser bi wê encûmenê ve azad bike.  Rêveberya Xweser jî ji bo pirsa azadkirina girtiyên siyasî komîte ava kirine.

Endamekî ENKSê ji Rûdawê re dibêje, ji bo azadkirina girityna komîte nepêwîst in, ew weke ENKSê beşdarî wan komîteyan jî nabin.

Mihemed Îsmaîl daxwaza pêngavên bi kiryar dike ji bo destpêkirina proseya nêzîkbûna ENKS û Rêveberiya Xweser, bi garantoryeke navdewletî.

Her yek ji Rêveberiya Xweser û Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê,  daxuyanî derbarê hewlên yekrêziya aliyên siyasî yên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ragihand.

Berî wan jî, Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk destpêşxeriyek di vê çarçoveyê de ragihandibû.

17ê vê meha Berfanbarê, Desteya Navxwe ya Rêveberiya Xweser, daxuyaniyek ragihand, tê de hat ku ew pêşwaziyê li destpêşxeriya HSDê ji bo yekkirina gotara siyasî û yekrêziya Kurdî li Sûriyê dike.

Di daxuyaniyê de hatibû, ti rêgirî li pêşiya ENKSê nîne ku nivîsgehên xwe veke û kar û çalakiyên xwe yên siyas, medyayî û civakî bike.

Hemû dozên dadgerî li ser kesayetî û serkirdeyên ENKSê hatine hilweşandin.

Lîsteyek bi navên 10 girtiyên ENKSê gihiştiye Fermandariya HSDê û komîteyên şopandina rastiyan ji bo vê dosyeyê hatine damezrandin.

20ê vê meha Berfanbarê, Desteya Serokatya ENKSê jî, lêdwanek derbarê daxuyaniya Desteya Navxwe ya Rêveberiya Xweser ragihand.

ENKSê, ev gava Rêveberiya Xweser, bi gaveke erênî binav kiriye, eger ew gav bê cîbicîkirin.

Hewiha ragihand ku ew tekeziyê li ser cidiyeta xwe dike ji bo dîtina helwesteke Kurdî ya yekbûyî ku bigihîne hevbeşiyeke rasteqîne, di xizmeta gelê Kurd de, li Sûriyê, hevdem aliyên navdewletî û herêmî û opozsiyona niştimanî piştrast bike.

Berpirsê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriye (PDK-S)ê, Mihemed Ismaîl, ji Rûdawê re ragihand ku heta niha, ti geveke pratktîkî nehatiye avêtin û ENKSê ligel her gaveke erênî û cidî ye ji bo avakirina baweriyê di navbera aliyên siyasî de, ji ber ku gava herî girîng avakirina baweriyê ye, weke mînak pêwîstiya berdana girtiyên siyasî yên ser bi ENKSê, bi damezrandina komîteyan nîne, herwiha ENKSê tevlî ti komîteyên bi vî awayî nabe, lê belê ya pêwsît ew e ku çarenivîsa wan girtiyan bê diyarkirin û serbest bêne berdan.

Mihemed Ismaîl got, “Pêwîstiya danûstandinan bi aliyekî garantor ê navdewletî, weke Amerîka yan Fransa, heye, ku ji bo danûstandinên giştgir, bêne destpêkirin.

Fermandarê Giştî yê HSDê General Mazlûm Kobanî di civînekê de ligel nûnerên aliyên siyasî yên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê, tekez kir ku girîng e di zûtirîn dem de ev hewlên yekrêzîkirina aliyên Kurdî serkeftinê bibînin û karê hevbeş bê kirin ji bo yekrêziya Kurdî.

Heta niha, di praktîkê de, bi fermî ti encamên van daxwaz û ragihandinan nehatine dîtin.