Li Zirganê çi rû dide?

Hewlêr (Rûdaw) - Şeva borî gundên Um Kêf, Rubêat, Til Şinan yên ser bi Til Temir û  bajarokê Zirgan ji aliyê artêşaTirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî wê bi giranî hat topbarankirin. Di encama topbaranê de 4 kesan canê xwe ji dest dan û 12 kesên din jî birîndar bûn û ziyaneke mezin jî gihand mal û milkên xelkê li wan gundan.

4 birîndarên topbarana li Zerganê, ji go nexweşxaneyeke bajarê Qamişloyê hatin veguhestin û li wê derê têne dermankirin. Malbata Ehmed El Îd, dê û xwîşk bûne qurbanî, jin û 3 zarokên wî jî bi giranî birîndar in.

Birîndarê Zirgan Ehmed Elî El Îd dibêje “Perçeyên topan li me ketin, min dema zarok xist hemêza xwe perçeyên topan li min jî ketin. Ev keçika min a mezin top li zikê wê ket û rewşa wê zehmete. Lawik di ling û dest de, keçika min ya biçûktir ew jî perçe di ling û dest de ye, hevjîna min di çavê wê û lingê wê de ye. Ne ewle ye ew dever, çimke li ser eniya şer e. Xelk ji neçarî li wir in. Xelkê li wir divê çareyek ji wan re bê dîtin. Ez bi xwe çûm Rêveberiya kantonê, ji bo ez derbasî kampê bibin, lê nehiştin.”

Di topbarana Tirkiyê ya li ser Zirgan û Til Temirê de 4 kesan jiyan ji dest da û 12 kes jî birîndar bûn, ku di destpêkê de piraniya wan veguhêzî  nexweşxaneya Dirbêsiyê bûn, û birîndarên rewşa wan dijwar, ber bi nexweşxaneyên Hesekê û Qamişlo ve hatin şandin.

Rêveberê nexweşxaneya Dirbêsiyê Tamir Şêxo got “Yên ku şehîd bûn yek ji wan bê serî bû, ya din li zik ket û yê dawî hemî roviyên wê derketibûn. Wergirtina birîndaran li ser wê bingehê ye, çareseriya lezgîn jê re bibe, eger rewşa wî aloz be em vediguhêzin nexweşxaneya Xebat a Qamişloyê.”

Li gorî zanyariyên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), di nava 3 mehên derbasbûyî de 27 caran Tirkiyê gundewarê Zirgan û Til Temirê topbaran kir, di encamê de 12 sivîlan canên xwe ji dest da ,20 kesên din jî birîndar bûn.