Li Agiriyê barhilgirek şewitî
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bazîdê ya parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê, agir bi barhilgireke biyanî ket û barhilgir bi temamî şewitî.
Li navçeya Bazîdê doh barhilgireke biyanî ya rawestiyabû ji ber sedemeke nediyar şewitî.
Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.
Agir di encama xebatên 3 demjimêran de hat vemirandin.
Di encama agir de barhilgir bi temamî şewitî.
Hêzên ewlehiyê derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.