Nasnameyên 3 gerîlayan hatin eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameyên 3 gerîlayên ku du di sala 2023yan de canê xwe ji dest daye eşkere kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê eşkere kir ku gerîla Eşref Ferhat Sipkî, Agir Serhed û Yilmaz Ereb li herêmên Zap û Heftanînê yên Herêma Kurdistanê di şer û û pevçûnên bi artêşa Tirkiyeyê re canê xwe ji dest daye.

HPGyê di daxuyaniya xwe de got, "Hevrêyên me Eşref, Agir û Yilmaz li bajarên cuda yên Kurdistanê çavên xwe li jiyanê vekirin û mezin bûn.

Ev hevrêyên me wekî zarokên bi rûmet û esîl ên gelê Kurd û Ereb, siyaseta înkar, îmha û qirkirinê ya li ser gelê me dîtin û bûn xwedî helwest.”

Li gorî daxuyaniyê agahiyên li ser nasnameyên gerîlayan wisa ne:

Eşref Ferhat Sipkî: Navê wî yê fermî Okan Gul e, li Agiriya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Navê dayîka wî Rahîme û navê bavê wî jî Sabrî ye. 5ê Kanûna Pêşîn a 2023yan li Heftanînê canê xwe ji dest daye.

Agir Serhed: Navê wî yê fermî Mehmet Balî Polat e, li Rihaya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Navê dayîka wî Melîha û navê bavê wî jî Osman e û 5ê Kanûna Pêşîn a 2023yan li Heftanînê canê xwe ji dest daye.

Yilmaz Ereb: Navê wî yê fermî Hesen Îbrahîm e, li Reqayê ji dayîk bûye.

Navê dayîka wî Suriye û navê bavê wî jî Mihemed e. 30ê Çiriya Paşîn a 2023yan li Zapê canê xwe ji dest daye.