HERÊMA KURDISTANÊ - Îsal 12 kes ji ber teqînên mayînan mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Giştî ya Kar û Barên Mayînan a Herêma Kurdistanê ragihand ku îsal ji ber mayîn û teqemeniyên bermayî 12 kesan canê xwe ji dest daye û 16 kes jî birîndar bûne.

Serokê Dezgeha Giştî ya Kar û Barên Mayînan a Herêma Kurdistanê Cebar Mistefa ji Rûdawê diyar kir ku ji destpêka îsal ve heta niha ji ber mayîn û teqemeniyên bermayî 12 kesan canê xwe ji dest daye û 16 kes birîndar bûne.

Li gorî zanyariyên Dezgeha Giştî ya Kar û Barên Mayînan a Herêma Kurdistanê par hejmara kesên canê xwe ji dest daye û birîndar bûne qatan zêde bûye.

Cebar Mistefa sedema zêdebûna hejmara qurbaniyan bi "xemsariya welatiyan û guhnedana rênimayan" ve girêda.

Amarên bajaran

Li gorî amarên ku Cebar Mistefa dane teqîna mayînan herî zêde li Silêmaniyê pêk hatine.

Li Silêmaniyê 12 kes ji ber teqînan birîndar bûne û 4 kes jî mirine.

Piştî Silêmaniyê parêzgeha Hewlêrê di rêza diyem de cih digire. Li Hewlêrê 10 caran mayîn teqiyane 4 kes birîndar bûne 6 kes jî ji ber teqînên mayînan mirine.

Her wiha li Dihokê carek û Germiyanê jî carekê mayîn teqiyaye û ji ber wan teqînan 2 kesan canê xwe ji dest daye.

Cebar Mistefa li ser kesên canê xwe ji dest daye jî wiha got:

"Piraniya kesên canê xwe ji dest daye zilam in, 26 jê mêr in û 2 kes jê jî jin in.

Her wiha temenê 23 kesan ji 18an mezintir e û 5 kes jî zarokên di bin 14 saliyê de ne."

Ev di demekê de ye ku li gorî amarên sala 2024an, 7 kes ji ber teqînan birîndar bûbûn û 4 kes jê mirî bûn.

Bîlançoya giştî

Serokê Dezgeha Giştî ya Kar û Barên Mayînan got, "Ji sala 1992yan ve heta niha 13 hezar û 600 kes ji ber teqîna mayînan birîndar bûne û mirine.

Li gorî amarên Fermangeha Kar û Barên Mayînan a Wezareta Jîngehê ya Îraqê, ji sala 2003yan ve zêdetirî 4 hezar û 500 metrekare axa Îraq û Herêma Kurdistanê ji mayînan hatiye paqijkirin.

Heta niha 2 hezar û 300 kîlometre axa Îraqê bi mayînkirî maye.

Li aliyê din, li Herêma Kurdistanê jî nêzîkî 200 hezar metrekare zevî hîn jî mayîn kiriye.