Berf û baran ber bi Başûrê Kurdistanê ve tên

Hewlêr (Rûdaw) - Du pisporên keşnasiyê pêşbînî dikin ku ji 26ê vê mehê ve li Başûrê Kurdistanê hewa dê ne aram be û rojên pişt re li beşek ji herêman baran û li hinek herêman jî berf bibare.

Pisporê Keşnasiyê û Birêvebirê Berê yê Keşnasiya Silêmaniyê Aso Kemal ji Rûdawê re got:

"Tê pêşbînîkirin ku ji 26ê vê mehê ve pêleke hewaya sar a cemserî bandorê li herêma me bike û li navçeyên çiyayî û derdora Silêmaniyê berf bibare."

Aso Kemal diyar kir ku ew pêl dê heta 3yê meha Kanûna Paşîn berdewam be û got:"Pileya germahiyê di navbera 1 û 3yê meha bê de dê dakeve asta herî nizm û li hinek herêman dê bigihîje pileyên binê sifirê."

Li gorî gotina wî pisporê keşnasiyê, "ji xeynî herêmên çiyayî yên wekî Soran û Hacî Omeranê, tê pêşbînîkirin li çend herêmên din ên wekî Ezmir, Goyje û Pîremegrûnê yên Silêmaniyê jî berf bibare."

"Heta destpêka sala nû baran û berf dibare"

Her wiha Pisporê Keşnasiyê Mihemed Kemal jî got,"Ji 27ê vê mehê ve pêla berf û baranê bandorê li Başûrê Kurdistanê jî dike."

Ew pispor pêşbînî dike ku ji 27ê vê mehê heta êvara 1ê Kanûna Paşîn a 2026an, li tevahiya Başûrê Kurdistanê baran bibare ku rêjeya herî kêm 25 milîmetre û herî zêde 50 milîmetre dibe.

Li gorî gotina Kemal dê li herêmên çiyayî jê berf bibare.

Mihemed Kemal li ser barîna berfê jî got, "Li bajarên din ji xeynî Pênciwên û Soranê egera barîna berfê kêm e lê hîn dem heye û dibe ku rewş biguhere."

Keş û hewaya îro û sibe

Li aliyê din, Keşnasiya Herêma Kurdistanê diyar kir ku îro asman dê nîv-ewrî be û li gorî doh pileya germahiyê 1 heta 3 pileyên dê dakeve.