Otomobîlên karebayî bazara Tirkiyeyê dagir dikin: Firotin ji sedî 50 zêde bû

Amed (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di warê firotina otomobîlên karebayî de îsal rekoreke nû hat şikandin.

Di 10 mehên îsal de zêdetirî 148 hezar otomobîlên karebayî hatine firotin.

Ev hejmar nîşan dide ku hêj sal neqediyaye, li gorî par firotin ji sedî 50 zêde bûye.

Li gorî daneyan, sala 2024an li tevahiya Tirkiyeyê 99 hezar û 489 otomobîlên karebayî hatibûn firotin.

Li aliyê din di 10 mehên destpêkê yên sala 2025an de ev hejmar gihişt 148 hezarî.

Welatî hem ji ber rehetiyê û hem jî ji ber ku mesrefa wan kêm e û erzantir in, eleqeyeke zêde nîşanî otomobîlên karebayî didin.

Pêşengiya benzînê didome

Her çi qas firotina otomobîlên karebayî bi lez zêde bibe jî, di bazara giştî de otomobîlên bi benzînê hîn jî di rêza yekem de ne.

Ji 1,43 milyon otomobîlên nû yên ku hatine firotin, dabeşkirina wan wiha ye:

*   Otomobîlên benzînî: Ji sedî 47,2

*   Otomobîlên hybrid-benzîn: Ji sedî 26,4

*   Otomobîlên hybrid: Ji sedî 17,8

*   Otomobîlên mazotê (dîzel): Ji sedî 7,8

*   Otomobîlên LPGyê: Ji sedî 0,9

"Dê 3-4 sal şûnde bibin pêşeng"

Nûnerê Kompanyaya KIAyê yê Amedê Ahmet Uçar diyar kir ku daxwaza li ser otomobîlên karebayî roj bi roj zêde dibe.

Uçar li ser tercîha welatiyan wiha axivî:

"Di mehekê de em nêzîkî 40 otomobîlan difiroşin. Ji vana 20 heb benzînî ne, 20 heb jî karebayî ne.

Xelk çima otomobîlên karebayî tercîh dike? Çimkî motor tune, benzîn tune, şanziman tune, rûn û av tune; yanî bi giştî bi pergaleke elektrîkî dixebitin.

Çawa niha otomobîlên benzînî zêde tên firotin, 3-4 sal şûnde otomobîlên karebayî dê ji yên benzînî zêdetir werin firotin."

Stasyonên şarjê zêde dibin

Yek ji fikarên sereke yên ajokaran peydakirina stasyonên şarjê bû lê ev pirsgirêk jî hêdî hêdî çareser dibe.

Xwediyê Stasyonên Şarjkirinê yên AsPlusê Mahmut Suçîçek bal kişand ser avantajên van wesayîtan û got:

"Ji ber ku welatî dikarin li her derê otomobîlan şarj bikin, jîngehê qirêj nakin, erzan in û konfora wan zêde ye, ez bi teqezî ji her kesî re otomobîlên karebayî pêşniyar dikim.

Kompanyaya me AsPlus sala 2020î hat avakirin. Ji wê demê heta niha 100 stasyonên me yên şarjkirinê li Amedê hene."

Bi giştî îsal milyonek û 43 hezar û 796 otomobîlên sifir hatine firotin.

Li gorî 10 mehên sala 2024an, ev yek rekoreke giştî ye û firotina otomobîlan li Tirkiyeyê bi rêjeya ji sedî 10,20 zêde bûye.