Navenda Nûçeyan – Hevseroka Şaredariya Cizîrê Leyla Imret ku duh ji aliyê Rêveberiya Ewlekariya Cizîrê hatibû desteserkirin îro hat berdan.
Hevşaredara Cizîrê Leyla Imret ku ji aliyê Wezareta Karê Hûndirîn ve ji kar hatibû dûrxistin berî duh ligel ligel karmendekê din a Şaredariya Cizîrê li taxa Şahê ji aliyê polîsan ve hatibû girtin.
Leyla Imret piştî ku îfadeya xwe li Rêvberiya Ewlekariya Cizîrê da îro serbest hat berdan.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku 41 roj in qedexeya derketina derve didome û operasyona hêzên tirk ji bo rakirina barîqat û xendeqên YPS-YDG-Hê berdewan dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse