Navenda Nûçeyan - Fîrmaya Koreya Başûr Samsunga telefonên dest û eşyayên elektronîk hildiberîne, ragihand û germbûna zêde û teqîna di Note 7an de ji bateryayên xerabe qewimiye.
Şirketa ku navenda wê li Koreya Başûr e daxuyaniyeke çapemeniyê da û diyar kir ku di encamê lêkolînê de derketiye ku pirsgirêka Galaksy Note 7an ji bateryeyê qewimiye û ew jî di hilberînê de bûye.
Berpirsê beşa telefonên smart (biaqil) ê Samsungê Koh Dong-jin got: "Ev çend meh in, bi rêxistinên serbixwe yên di warê xwe de pispor me lêkolînên hessas meşandin.”
Koh destnîşan kir ku Samsung der heqê peydarkirnên bateryayan de serî li rêyên yasayî nade.
Şirketê li ser şikayetan hilberîna cîhaza Galaksy Note 7an di îlona par de sekinandibû. Samsungê piraniya cîhazên di piyaseyê de ku ji 3 milyonan zêdetir bûn komkiribûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse