Li Rihayê qeza: 3 mirî, 2 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de 3 kesan canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan, vê êvarê li ser rêya sereke ya Riha-Mêrdînê otomobîlek û barhilgirek li hev qelibîn.

Di bûyerê de şofêrê otomobîlê Mehmet Sumer li gel 2 kesên din ên di otomobîlê de yên bi navên Muharrem Guzel û Sefa Sabuncu canê xwe ji dest da.

Herwiha kesên bi navên Burhan Sumer û Ahmet Uludag jî ku di otomobîlê de bûn birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyî çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Hat ragihandin ku şofêrê barhilgirê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye desteserkirin.