Artêşa Ereban a Sûriyeyê: Gava ewil a rêkeftina 18ê mehê hat pêkanîn
Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Ereban a Sûriyeyê ragihand ku berî kêmekê yekîneyên artêşê dest bi "veguhastina endamên HSDyê" ya ji girtîgeha Eqtanê û dordora wê ya li parêzgeha Reqayê ber bi bajarê Kobaniyê yê li rojhilatê Helebê kir.
Desteya Operasyonan a Artêşa Ereban a Sûriyeyê di daxuyaniyekê de wiha got:
"Ev gav wekî gava ewil a bicihkirina rêkeftina 18ê Kanûna Paşîn tê qebûlkirin ku tê de Wezareta Karên Navxwe erkê birêvebirina girtîgehê digire ser milê xwe.
Artêş heta dordora bajarê Kobaniyê bi endamên HSDyê re dibe hevrê."
Ev di demekê de ye ku agirbesteke çarrojî (ya ku ji 20ê Kanûna Paşîn ve hatiye ragihandin li Rojavayê Kurdistanê didome.
Agirbest demê dide HSDyê da ku plana tevlîkirina hêz û saziyên sivîl di nav hikûmeta veguhastina Sûriyeyê de temam bike ku ev jî di çarçoveya rêkeftina berfireh a 18ê mehê de ye.
Li gorî wê çarçoveya ku kar li ser tê kirin:
• Şervanên HSDyê dê tevlî artêş û dezgehên ewlehiyê yên Sûriyeyê bibin.
• Kontrola kêlgehên petrol û gazê û deriyên sînorî radestî Şamê tên kirin.
• Dosyeya girtîgehên DAIŞê dikeve destê hikûmetê.
• Li hemberî vê heke pêvajo baş biçe, hikûmeta Sûriyeyê hêzên xwe naşîne bajarên Kurdan ên wekî Qamişlo û Hisîçayê.
• Li gorî raporan, Şamê desthilat daye Mezlûm Ebdî ku berbijêrên ji bo postên wekî Alîkarê Wezîrê Parastinê û parêzgarê Hisîçayê pêşkêş bike.
Tevî hewldanan jî alozî li ser erdê hene. Berpirsên Sûriyeyî hişyariyê didin ku heke piştî çar rojan HSD bi temamî li gorî rêkeftineke bi daxwaz tevnegere, îhtimala êrişeke leşkerî heye.
Li hemberî vê HSD teqez dike ku "parastina herêmên Kurdî û mafên pêkhateyan xeta sor e."
Şeva 22ê Kanûna Paşîn a 2026an, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSDyê) Mezlûm Ebdî ragihand ku wî peywendiyeke bi telefonê ji Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron wergirtiye.
Macron di wê hevdîtinê de piştgiriya xurt a Parîsê ya ji bo agirbest û diyaloga navbera HSD û hikûmeta veguhastina Sûriyeyê ducare kiriye.
Hatina ser xetê ya Fransayê nîşaneya dilgiraniya Ewropayê ye ji ber çêbûna valahiya ewlehiyê û metirsiya vejîna paşmayên DAIŞê, bi taybetî li Kampa Holê.
Hêzên ser bi hikûmeta Sûriyeyê ve destpêka vê mehê li herêmên Dêrazor, gundên Reqayê û rojhilatê Helebê bi lez bi pêş ketibûn.