Kampanyaya 'Renca Rûdawê' ya ji bo Rojava: Derman, xwarin û pêdivî hatin komkirin

Hewlêr (Rûdaw) -  Kampanyaya 'Renca Rûdaw' ji bo komkirina alîkariyê ji bo hevwelatiyên Rojavayê Kurdistanê dest pê kir.

Bi destpêkirina bernameyê re hevwelatî û şirket bi kompanyayên mezin alîkariyên xwe gihandin navendê.

Kampanya li hewşa Mizgefta Celîl Xeyat a li Hewlêrê bi rê ve çû û zanayên dînî û çend kesayetên diyar bûn mêhvanên bernameyê.

Xelkê Rojava hewceyî çi ne?

Di destpêka kampanyayê de hevwelatiyekî bi navê Nêçîrvan di weşana zindî de ji bo nûçegihana Rûdawê ya li Qamişloyê Dilniya Rehmanê axivî û got,"Îro hemû milet bi vegera Rûdawê ya ji bo Rojava û gihandina dengê gel dilxweş e.

Xelk ji Efrînê, Hisîçayê, Kobaniyê û Reqayê koçber bûne. Niha berf dibare, xelk di nav dibistan û avahiyên vala û nexweşxaneyan de ne. Pêdiviya xelkê bi derman û alavên jiyanê hene."

Nêçîrvan diyar kir ku ew gelekî hewceyî bijîşkên pispor in, bi taybetî bijîşkên zarokan, dil û penceşêrê.

Di dema axaftina wî de Renc Sengawî nûçeya wê yekê da ku şirketa Awamedicayê barhilgirek derman ji bo wan dişîne.

Hevwelatiyekî bi dilekî tije ji Renc re got: Bi Xwedê tenê ev pereyê min heye

Di bernameyê de hemwelatiyekî temenmezin ji bo gihandina alîkariyê hat. Di destê wî de çend hezar dînarên kêm hebûn û bi dilgermî ji Renc Sengawî re got, "Ez xwe bi qurbana cenabê te û Rojava dikim.

Bi Xwedê tenê ewqas pereyê min heye, ez şofêrê taksiyê me. Ez hêvî dikim her kes bibexşîne."

Mele Muzefer Ziyad mêhvanekî din ê kempînê bû û got, "Bi rastî qirika min ji bo girînê tije bûye.

Tu li hemû dinyayê dinêrî di nav kêfxweşiyê de ye, tenê Kurd di nav karesatan de ne."

Zanayekî din ê dînî jî wiha got, "Hemû welat ji bo qirkirina miletê Kurd civiyane. Ez ji bo her çar parçeyên Kurdistanê dibêjim; ew dîmenên hûn di Rûdawê de dibînin ku zarok bi Alaya Kurdistanê ve tên, mezin û biçûk bi hawara xelkê Rojava ve diçin, piştrast bin ev yek êşeke mezin dide dijmin.

Ew dê bibînin ku sînorên wan destçêkirî ne û Kurd hemû yek in."

Fayeq Golpî bi hêsiran: 'Ev kempîn sala 1988an anî bîra min'

Siyasetmedarê diyar Fayeq Golpî ji stûdyoya Silêmaniyê bû mêhvanê Renc Sengawî. Golpî dema behsa helwesta xelkê Hewlêrê ya ji bo Rojavayê Kurdistanê kir hêsirên xwe ranegirt û got,"Vê hewildanê sala 1988an anî bîra min.

Kampanyaya 'Renca Rûdawê' ya ji bo Rojavayê Kurdistanê dê di rojên pêşiya me jî de berdewam bike.