Nûnerê ENKSyê: Em hewl didin ji bo Kobaniyê korîdora mirovî bê vekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê ENKSyê yê Şamê Mehabad Tezyanî ragihand ku ew bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re di nava pêwendiyê de ne da ku korîdora mirovî ya ber bi Kobaniyê ve were vekirin.

Mehabad Tezyanî diyar kir ku ew li ser dirêjkirina agirbesta navbera HSD û Artêşa Sûriyeyê jî dixebitin.

Nûner Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) yê Şamê Mehabad Tezyanî îro beşdarî bultena saet 11:00an a Rûdawê bû û pirsên Sîma Abxizirê bersivandin.

Mehabad Tezyanî li ser rewşa bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ku di bin dorpêça Artêşa Sûriyeyê de ye axivî û got, "Dorpêçê zexteke mezin li xelkê me kiriye."

“Em hewl didin dorpêç were rakirin”

Tezyanî amaje pê kir ku ew ji bo qonaxa veguhêz bi hikûmeta Sûriyeyê re di nava pêwendiyê de ne da ku dorpêça li ser bajêr were rakirin û got:

"Me pêwendî bi her aliyê ku di mijarê de berpirsyar in re daniye û em hemû hewla xwe didin."

Dorpêça li ser Kobaniyê di demekê de ye ku agirbesteke demkî di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Artêşa Sûriyeyê de heye.

Nûnerê ENKSyê yê Şamê diyar kir, "Eger agirbest were dirêjkirin, dê derfeteke me hebe ku em karibin derbarê Kobaniyê de tiştekî bikin."

“Mijar aloz e”

Li gorî gotina Mehabad Tezyanî, hewldana wan a dawî ya bi hikûmeta Sûriyeyê re doh (Pêncşem) demjimêr 15:00an bûye.

Tezyanî rewşa heyî wiha şîrove kir:

"Lê belê pirsgirêk tenê ne di destê aliyekî de ne. Mijar aloz e û em li serê dixebitin.

Me zexteke baş kiriye da ku di demeke herî nêz de pirsgirêk werin çareserkirin lê heta niha ti dem (ji bo vekirina korîdora mirovî ya Kobaniyê) diyar nekirine."

Ew herêmên ku di bin kontrola HSDyê de bûn, ev çend roj in rûbirûyî rewşeke leşkerî, ewlehiyê û hilweşîneke bilez a rewşa mirovî bûne.

Ji ber dorpêçan, hemû xizmetguzarî li ser Kobaniyê hatine qutkirin.