Şêxmûs Ehmed: Hinek ji wan kesên li Kampa Holê xizmên berpirsên bilind ên Şamê ne
Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed ragihand ku beşek ji girtiyên Kampa Holê kesûkarên berpirsên payebilind ên hikûmeta demkî ya Şamê ne.
Şêxmûs Ehmed da zanîn ku medyaya Ereban nûçeyên nerast belav dike û li dijî destkeftiyên Kurdan tevdigere.
Şêxmûs Ehmed ji Rûdawê re axivî û got, "Medyaya Ereban şerekî nexweş û qirêj li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û destkeftiyên gelê Kurd daye destpêkirin."
"Propagandayên derew dikin"
Ehmed diyar kir, piştî ku HSD ji Kampa Holê vekişiyaye gelek dezgehên medyaya Ereban çûne wê derê û wiha got:
"Mixabin propagandayeke tijî derew didin cîhanê. Wekî mînak kesek anîne û dibêje 'Ev 8 sal in min malbata xwe nedîtiye', ti rastiya vê nîne.
Berpirsên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê dixwazin bibêjin ku HSDyê ev kes girtine.
Eşkere ye ku ew malbatên DAIŞiyan bûn û li Baxozê hatibûn girtin.
Hevpeymaniya Navneteweyî û dezgehên istixbaratê yên navneteweyî yên li kampê jî vê rastiyê dizanin. Tişta ku medyaya Ereban belav dike dûrî rastiyê ye."
Şêxmûs Ehmed destnîşan kir ku armanca vê propagandayê ew e ku "rûyê DAIŞê û komên çekdar ên êrişkar paqij û baş nîşan bidin."
"Kesûkarên berpirsên Şamê di kampê de ne"
Hevserokê Nivîsgeha Karû Barên Koçber û Penaberan têkiliya di navbera komên çekdar û girtiyên kampê de jî aşkere kir û got:
"Gelek ji wan malbatên li Kampa Holê, kesûkar û malbatên berpirsên bilind ên hikûmeta demkî ya Şamê ne.
Xwişk, xizm û malbatên wan di kampê de ne.
Yên ku êriş dikin û yên di nav kampê de ne xwedî heman zîhniyet û îdeolojiyê ne, tenê navên wan cuda ne."
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 20ê Kanûna Paşîn a 2026an, bi fermî vekişîna xwe ya ji Kampa Holê ragihandibû.
HSDyê sedema vê yekê wekî "bêxemiya civaka navneteweyî" û êrişên "Artêşa Ereban ya Sûriyeyê" nîşan dabû û diyar kiribû ku ew hêzên xwe ji bo parastina bajaran vediguhêzin.
Di Kampa Holê de ku malbatên DAIŞiyan lê diman, beriya hatina hêzên "Artêşa Ereban a Sûriyeyê", 6 hezar û 846 malbat hebûn ku hejmara wan dikir 24 hezar û 384 kes.