Meleyê Kurd: Ji bo Rojavayê Kurdistanê beşdarî kampanyaya Rûdawê bibin

Hewlêr (Rûdaw) - Meleyê Mizgefta Celîl Xeyatê ya Hewlêrê Dr. Beşîr Hedad rexne li Wezareta Ewqafê ya Sûriyeyê girt ku bi ayeta Qurana Pîroz fetwayek li dijî Kurdan dabû.

Dr. Beşîr Hedad her wiha got ku divê piştgirî li kampanyaya Rûdawê ya ji bo komkirina alîkariyê ya ji bo xelkê Rojavayê Kurdistanê bê kirin.

Meleyê Mizgefta Celîl Xeyatê ya Hewlêrê Dr. Beşîr Hedad îro ji nûçegihanê Rûdawê Rence Cemal re axivî.

Hedad li ser kampanyaya "Rencê Rûdawê yê ji bo Rojavayê" ku derman, xwarin û pêdiviyên din ji bo xelkê Rojavayê Kurdistanê kom dike got:

"Pêwîst e her kesê ku şiyana wî heye beşdarî kampanyayan bibe, di serî de jî kampanyaya Tora Medyayî ya Rûdawê."

“Rûdaw di hemû bûyeran de li pêş e”

Dr. Beşîr Hedad spasiya Rûdawê kir ku "di hemû bûyerên nexwestî de li pêşiya hemûyan e" û got:

"Me dît ji bo Pêşmergeyan di dema DAIŞê de, di dema lehiyan de, erdhejan de û heta ji bo derveyî Kurdistanê û xelkê din jî çalak bûye."

Ew deverên ku di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ne, ev çend roj in rûbirûyî rewşeke leşkerî, ewlehî û têkçûna bilez a rewşa mirovî bûne.

Ji ber dorpêça Artêşa Ereban Sûriyeyê, hemû xizmetguzarî li ser Kobaniyê hatine birîn.

Meleyê Mizgefta Celîl Xeyatê amaje pê kir:

"Me wekî mamosteyên olî bi erka xwe zanî ku di çarçoveya xutbeya înê de behsa wê karesat û karê nemirovî bikin ku ew (Artêşa Sûriyeyê) piştî ku termên şervanan dikevin destê wan nîşan didin."

Fetwaya "Fethê" ya Şamê

Wezareta Ewqafê ya Sûriyeyê 18ê Kanûna Paşîn nivîsek ji meleyên mizgeftên Sûriyeyê re şand.

Di nivîsê de êrişên li Kurd û Rojavayê Kurdistanê wekî "futuhat" (fetih) bi nav dike û nivîs bi ayeta 9an a Sûreya Enfalê ya Qurana Pîroz dest pê dike.

“Ev ne erka mamosteyên olî ye”

Dr. Beşîr Hedad li ser vê fetwayê got:

"Ew karê Wezareta Ewqafê ya Sûriyeyê bikaranîna peyvê ye di demeke neguncaw de.

Ev ne erka mamosteyên olî ye, belkî erka mamosteyan ew e ku gotin û helwesta xwe ji bo çaksazî, çespandina yekrêzî û parastina mafê gelan bi kar bînin."

Meleyê Mizgefta Celîl Xeyatê daxwazê ji welatiyan dike ku wekî hemû karesatên din, belkî zêdetir jî, erka xwe ya li hemberî xelkê Rojavayê Kurdistanê bi komkirina pere û kelûpelan bi cih bînin, "Heta eger tenê bi dua û nizayên ji bo rizgarkirin û serkeftina wan be jî."

“Erkekî olî û exlaqî ye”

Dr. Beşîr Hedad ragihand ku alîkariya Rojavayê Kurdistanê berî ku erkekî neteweyî be, erkekî olî, mirovî û exlaqî ye û got:

"Ew ewil misilman in, dû re mirov in, paşê ji neteweya me ne. Bi hemû awayî ev erk li stuyê me ye."

Kampanyaya "Rencê Rûdawê" ji bo Rojavayê Kurdistanê kampanyayeke alîkariyê ye.

Doh di roja yekem de, li Mizgefta Celîl Xeyatê ya li Hewlêrê gelek xwarin, pêdivî, derman û alîkariyên din hatin komkirin û bi rêya hesabên bankê yên kampanyayê jî alîkariya darayî tê komkirin.