Siyasetmedarê Kurd Selîm Sadak koça dawî kir
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê berê yê Partiya Demokrasiyê (DEP) û Şaredarê berê yê Sêrtê Selîm Sadak, li Almanyayê di 71 saliya xwe de koça dawî kir.
Siyasetmedarê naskirî yê Kurd Selîm Sadak demeke dirêj bû li bajarê Heilbronnê yê Almanyayê ji ber nexweşiya penceşêrê dihat dermankirin.
Hat zanîn ku rewşa tenduristiyê ya siyasetmedarê 71 salî êvara 19ê Kanûna Pêşîn giran bûbû û ew rakiribûn nexweşxaneyê lê tevî hemû hewldanan jî nehat rizgarkirin.
Peyama sersaxiyê ya DEM Partiyê
Piştî wefata Sadak, Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) peyameke sersaxiyê belav kir.
DEM Partiyê di daxuyaniyê de bal kişand ser wê yekê ku Sadak li sirgûnê jiyana xwe ji dest daye û wiha got:
"Em bi xemgîniyeke mezin pê hesiyan ku Siyasetmedarê Kurd Selîm Sadak jiyana xwe ji dest daye.
Xwedê rehma xwe lê bike, serê malbat û hezkiriyên wî sax be.
Sadakê ku her tim di refên pêş ên têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd de bû, dûrî axa xwe, li sirgûnê koça dawî kir.
Li hemberî polîtîkayên zext û girtinê kêliyekê jî dev ji têkoşînê berneda.
Bila soza me ji Selîm Sadak re be, ew aştiya ku bêriya wê dikir dê teqez were vê cografyayê."
Bakirhan: Ji dayîna berdêlan neriya
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û xemgîniya xwe anî zimên.
Bakirhan bal kişand ser têkoşîna Sadak a di demên dijwar de û got:
"Parlamenterê DEPê û Şaredarê berê yê Sêrtê Selîm Sadakê ku demeke dirêj bû li Almanyayê tedawiya penceşêrê didît, li nexweşxaneyê koça dawî kir.
Selîm Sadak siyasetmedarekî girîng bû ku di serdemên herî dijwar ên siyaseta Kurd a demokratîk de îradeya gel parast, bêyî ku ji dayîna berdêlan bireve têkoşîna demokrasî, aştî û wekheviyê meşand.
Ez Selîm Sadak bi rêz û minet bi bîr tînim. Serê malbat, hezkirî û camiaya siyaseta Kurd a demokratîk sax be."
Selîm Sadak kî ye?
Selîm Sadak 1954an li gundê Bafê yê navçeya Hezexê ya Şirnexê ji dayîk bû û xwendina xwe ya seretayî û navîn li Hezexê temam kir.
Sadak ji Beşa Matematîkê ya Enstîtuya Perwerdeyê ya Amedê derçû û demekê li herêmê mamostetî kir.
Hilbijartinên 1991ê û pêvajoya DEPê
Sadakê ku dest bi siyasetê kir, di hilbijartinên giştî yên sala 1991ê de Partiya Keda Gel (HEP) bi lîsteyên Partiya Gel a Sosyal Demokrat (SHP) ket hilbijartinê û wekî Parlamenterê Şirnexê yê Serdema 19emîn ê Parlamentoya Tirkiyeyê hat hilbijartin.
Di pêvajoya girtina HEPê de derbasî Partiya Demokrasiyê (DEP) bû.
Rakirina parêzbendiyê û salên girtîgehê
Piştî krîza ku li Parlamentoya Tirkiyeyê bi sondxwarina bi Kurdî dest pê kir û ket dîroka siyasetê, 3yê Adara 1994an parêzbendiya wî hat rakirin.
Sadak, tevî parlamenterên din ên DEPê Leyla Zana, Mahmut Alinak, Hatîp Dîcle, Orhan Dogan, Ahmet Turk, Sirri Sakik û Sedat Yurtdas 17ê Adara 1994an hat girtin û ew xistin girtîgehê.
Sadak nêzîkî 10 salan di girtîgehê de ma û di Hezîrana 2004an de bi biryara Dadgeha Bilind hat berdan.
Şaredarî û serdema piştî wê
Sadak piştî tehliyeyê di bin banê Partiya Civaka Demokratîk (DTP) de siyaset domand, di damezirandina partiyê de cih girt û endamtiya desteya birêvebir kir.
Di hilbijartinên herêmî yên 29ê Adara 2009an de li Sêrtê bû namzedê DTPê û bi rêjeya ji sedî 49,43ê wekî Şaredarê Sêrtê hat hilbijartin.
Selîm Sadak zewicî bû û bavê 10 zarokan bû.