Parlamenterên Kurd ên Almanyayê bang kir: Ji bo Rojavayê bikevin tevgerê

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterên Kurd ên Parlamentoya Federal a Almanyayê bi daxuyaniyeke hevpar bangî hikûmeta Almanyayê kir ku ji bo rawestandina êrişên li Rojavayê Kurdistanê û parastina sivîlan zexta siyasî bike.

Endamên Koma Parlamentoyê ya Jiyana Kurdan a li Almanyayê ku di bin banê Parlamentoya Federal a Almanyayê de ye Kassem Taher Saleh (Keskan), Gokay Akbulut û Cansu Ozdemîr (Partiya Çep) û Serdar Yuksel (SPD) li hemberî êrişên artêşa Ereban a Sûriyeyê yên li dijî hêzên Kurdan daxuyaniyeke hevpar weşand.

Her çar parlamenteran bangî civaka navneteweyî û Hikûmeta Federal a bi serokatiya Friedrich Merz kir û xwest ku ew bikevin tevgerê.

“Zexteke siyasî ya zelal pêwîst e”

Parlamenteran di daxuyaniya xwe de tekezî li ser girîngiya zexta siyasî kir û got:

"Ji bo rawestandina êrişan, parastina sivîlan û pêşîlêgirtina bêîstiqrariya zêdetir, niha zexteke siyasî ya zelal pêwîst e.

Eger cihêrengiya etnîkî û olî were parastin û çareseriyên siyasî li ser bingeha diyalog û beşdariya wekhev bin, aramî li Sûriyeyê dikare were pêkanîn."

Parlamenteran diyar kir ku ew ji aloziya li herêmên Kurdan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kûr dilgiran in û anî zimên:

"Tevî agirbestê jî, yekîneyên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê midaxeleyî herêmên di bin birêvebiriya Kurdan de kir."

“Nûçeyên binpêkirinên giran tên”

Parlamenteran bal kişand ser dorpêça li ser Kobaniyê û bajarên din û hişyarî da:

"Nûçeyên têkildarî binpêkirinên giran ên mafên mirovan digihîjin me.

Êriş jiyana sivîlan dixe metirsiyê û bi hezaran kesan neçar dihêle ku ducare birevin û koçber bibin."

Hişyariya li ser HSD û DAIŞê

Parlamenterên Kurd bal kişand ser metirsiya kampên DAIŞê û diyar kir ku xurtbûna DAIŞê dê ne tenê li Sûriyeyê, di warê ewlehiya navneteweyî de jî rewşê xirabtir bike.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) xwedî birêvebiriyeke demokratîk, pirreng û sekuler e û wiha hat gotin:

“HSDyê bi salan di têkoşîna li dijî DAIŞê de roleke girîng lîst. Belavkirina HSDyê dê van destkeftiyan bixe metirsiyê.”

Serokê komê ji Zaxoyê ye

Koma Parlamentoyê ya Jiyana Kurdan a li Almanyayê ku ji serdema borî ya yasadanînê ve heye û di serdema nû ya hilbijartinê de ji nû ve hat avakirin, ji bo dîtbarbûna jiyana Kurdan li Almanyayê û temsîlkirina daxwazên welatiyên bi eslê xwe Kurd dixebite.

Serokatiya komê, Parlamenterê Keskan Kassem Taher Saleh dike.

Saleh li bajarê Zaxoyê yê Başûrê Kurdistanê ji dayîk bûye û di temenekî biçûk de ji ber zextên rejîma Sedam Hisên tevî malbata xwe penaberî Almanyayê bûye.