Nûnera Brîtanyayê: Sûriye di qonaxeke hestiyar de ye û divê mafên Kurdan bên parastin
Hewlêr (Rûdaw) - Nûnera Taybet a Brîtanyayê ya Kar û Barên Sûriyeyê Ann Snowê ji Rûdawê re ragihand ku rewşa Sûriyeyê di qonaxeke "biryardan û hestiyar" de ye.
Ann Snowê her wiha eşkere kir ku ew hefteya borî li Şamê bûye û wan bi berpirsên hikûmeta Sûriyeyê re behsa parastina mafên Kurdan kiriye.
Nûnera Taybet a Brîtanyayê ya Kar û Barên Sûriyeyê Ann Snowê li ser bûyerên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bi rêya e-mailê pirsên Edîtorê Beşa Navneteweyî ya Rûdawê Niyaz Mistefa bersivandin.
Ann Snowê got, "Em ji nêzîk ve çavdêriya rewşa Sûriyeyê, bûyer û binpêkariyan dikin.
Em piştgiriyê didin peymana agirbestê ya dawî lê rewş hîn nazik e û di vê demê de pêdiviya Sûriyeyê bi diyalog û aştiyê heye, ne bi tundiya zêdetir."
Nûnera Brîtanyayê amaje pê kir ku hefteya borî ji bo gotûbêjan ew çûye Şamê û bi hikûmeta Sûriyeyê re civiya ye.
“Mijareke sereke mafên Kurdan bû”
Ann Snowê derbarê naveroka civînên xwe yên li Şamê got:
"Mijara sereke ya gotûbêjên me girîngiya desthilatdariya ji bo hemû Sûriyeyiyan bû, di nav de dabînkirina mafên pêkhateyên Kurd û beşdariya wan a aktîf di qada siyasî û civakî ya Sûriyeyê de."
Li gorî nêrîna Nûnera Brîtanyayê, rêzgirtina li nasnameyên cuda û peyrewkirina hukimraniyeke berfireh, stûnên sereke ne ji bo pêkanîna aramiyê û dabînkirina paşerojeke ewle ji bo hemû pêkhateyên Sûriyeyê.
Ann Snow daxwaz dike ku diyaloga di navbera aliyan de, rêzgirtina li agirbestê û parastina xelkê sivîl bibe karê sereke û dibêje:
"Em dê ji nêzîk ve bi hemû aliyan re di pêwendiyê de bin û em dê çavdêriya hûr a rewşê bidomînin."
Daxuyaniyên Nûnera Brîtanyayê di demekê de ne ku ji 6ê vê mehê ve hêzên hikûmeta Sûriyeyê êrişî taxên Kurdan ên Helebê û deverên di bin desthilata HSDyê de kir, piştre êrişî Reqa, Dêrezor û parêzgeha Hesekeyê kir.