Serok Mesûd Barzanî: Ji bo Kobaniyê çi ji destê min bê ez dê bikim
Hewêr (Rûdaw) – Dîplomasiya Serok Mesûd Barzanî ya ji bo Rojavayê Kurdsitanê berdewam dike.
Serok Barzanî piştî siyareta Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Romayê ji rojnamegeran re axivî.
Serok Mesûd Barzanî behsa hevdîtinên xwe yên li gel berpirsên Îtalyayê kir û diyar kir ku berpirsên Îtalyayê soza daye ku dê piştgiriya Kurdan bike û ji bo diyalogê kar bike.
Serok Mesûd Barzanî li ser dorpêça Kobaniyê jî got,”Ji bo Kobaniyê çi ji destê min bê ez dê bikim.
Em niha ji bo wê yekê kar dikin ku herêmên Kurdan bên parastin. Hevdîtin berdewam dikin û agirbest hatiye dirêjkirin.”
Serok Mesûd Barzanî di heman demê de li ser peywendiya xwe ya bi Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer got:
“Min ji Ehmed Şer re got, divê şerê siyasî were çareserkirin lê nabe destdirêjî li ser Kurdan were kirin.”
Serok derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê û tiştên niha diqewimin got,“Ev pirsgirêkên niha diqewimin beşeke wan pêwendîdarî eşîrên Ereb ên Sûriyeyê ne (yên ku di nav HSDyê de bûn).”
Serok Barzanî her wiha got, “Min berê Mezlûm Ebdî agahdar kiribû ku pirsgirêka navçeyên Erebnişîn çareser bike, çimkî dibe ku di paşerojê de pirsgirêkan ji wan re derxe.”
Serok Mesûd Barzanî her wiha li ser Kobaniyê jî got,”Tişta ji destê min were ez dikim, me hemû hewlên xwe dane destpêkirin. Wekî demên berê derfeta min heba min dê hêz ji bo parastina wê bişanda lê ew der herêmeke Kurdistanî ye û nabe destdirêjî lê were kirin.”
“Îtalyayê dê piştgiriya Kurdistan û Pêşmergeyan bike”
Serok Barzanî di berdewamiyê de got: “Bê guman Îtalyayê her dem xwedî helwesteke gelekî dostane bûye li hemberî gelê Kurdistanê û ew dostên me ne.
Çi Qedestiya Papê, çi Wezîrê Karên Derve, çi jî Wezîrê Parastinê yê ku min ew dîtin.”
Yek ji stasyonên giring ên vê serdanê, hevdîtina Serok Barzanî ya bi Papayê Vatîkanê Leoyê 14em re bû.
Serok Barzanî amaje bi wê yekê jî kir û got,“Bê guman Qedestiya Papê gelekî dilovan bû û eşkere bû ku gelekî ji rewşê agahdar e.
Ew ji bo rewşa Kurdistanê gelekî dilgiran bû û soz da ku heke were Îraqê, dê were Kurdistanê jî.”
Serok Barzanî dibêje berpirsên Îtalyayê teqezî li ser piştgirî û berdewamiya piştgiriya xwe ya ji bo Kurdistan û Pêşmerge kiriye û gotine:
“Tişta ji destê wan were ew dê li gel dostên xwe yên wekî welatên din ên Ewropa û Amerîkayê hewl bidin da ku piştgiriya gelê Kurdistanê were kirin.
Bi taybetî ji bo wê rewşa aloz a ku niha li Rojavayê Kurdistanê heye. Divê zilm li Kurdan neyê kirin.”
Serok Mesûd Barzanî ji Romaya paytexta Îtalyayê peyamek ji gelê Kurd re şand û got:
“Peyama min ew e ku hûn parastina mafên Kurdan bikin lê bi ti awayî piştgiriya tundûtûjiyê nekin.
Piştgiriyê nedin wê yekê ku ev şer bibe şerê Kurd û neteweyeke din, bi taybetî ku niha li Sûriyeyê meseleya Ereban heye.
Şerê du neteweyan karesat e, nabe Kurd ber bi wê ve biçe.”
Serdana Serok Barzanî di demekê de ye ku Artêşa Ereban a Sûriyeyê di çend rojên borî de êrişî herêmên di bin desthilata Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk (HSD) de kir û beşek ji herêman dagir kir.
Serok Barzanî li ser vê yekê got,“Divê piştgiriya Kurdan were kirin lê di heman demê de nabe em rê li ber şerê du neteweyan vekin.”
“Destdirêjiya li ser Kurdan nayê qebûlkirin”
Di beşeke axaftina xwe de Serok Barzanî behsa peyamekê kir ku bi rêya kesekî ji bo Serokkomarê qonaxa veguhastinê yê Sûriyeyê Ehmed Şer şandibû ku şerê di navbera du hêzên siyasî de divê were çareserkirin lê bi ti awayî nayê qebûlkirin ku destdirêjî li ser Kurdan were kirin.
Piştî peyama Serok Barzanî, serokê Sûriyeyê daxwaz kiriye ku bi telefonê biaxivin.
Barzanî di berdewamiyê jî de got,“Min jî pê re xeber da. (Ehmed Şer teqez kir ku ev tiştekî ne mimkin e û em rê nadin êrişî Kurdan were kirin ku ev bibe.”
Serok Barzanî derbarê civîna xwe ya bi Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barack û Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî re ya li Hewlêrê hinek agahî dan û got: “Em hîn di civînê de bûn ku peyam li ser peyamê hat ku şer (li bakur û rojhilatê Sûriyeyê) ducare dest pê kiriye.”
Serok Barzanî rola eşîrên Ereb a di vî şerî de wekî "neyênî" dibîne û got: “Ew eşîrên Ereb ên ku li gel Beşar Esed bûn, pişt re dema DAIŞ hat tevlî DAIŞê bûn. DAIŞ çû, tevlî HSDyê bûn û niha ku hêzên Şamê vegeriyane, careke din dilsoziya xwe guherandine û herêma xwe radestî hêzên Şamê kirine. Heke ne wisa ba, şerekî wisa mezin çênedibû.”
Di encama êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê de, beşeke mezin a herêmên di bin desthilata HSDyê de hatine dagirkirin.
Serok Barzanî amaje pê kir û got: “Niha ew herêmên Kurdan yên ku mane, hemû hewldana me ew e ku bimînin û parastî bin. Her wiha divê mafê xelkê me bi wî şêweyê ku ew bi xwe li ser rêkeftinê dikin, parastî be.”
Her doh li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û aloziyên Sûriyeyê, Tom Barack û Mezlûm Ebdî li Hewlêrê civiyan.
Serok Barzanî di berdewamiyê jî de got, “Rêkeftin kirine ku agirbest hebe û gavên baş hatine avêtin. Em hêvî dikin ev agirbest bidome û bigihîjin encameke ku di berjewendiya hemû aliyan de be.
Bê guman şer di berjewendiya ti kesî de nîne.”
“Reva endamên DAIŞê metirsîdar e”
Ji ber êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê, hejmarek ji endamên DAIŞê ji wan girtîgehên ku di bin kontrola Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk de bûn, reviyan.
Serok Barzanî hişyarî da û wiha domand, “Bê guman metirsiya DAIŞê gelekî zêde ye û bi dawî nebûye.
Ev rewşa niha ya li Sûriyeyê çêbûye, derfeteke zêrîn ji bo DAIŞê afirandiye.
Hîn ne zelal e ka çend endamên DAIŞê reviyane lê hejmareke zêde ne. Ev metirsiyeke pir mezin e.”
“Derfet hebûya min dê hêz bişanda Kobaniyê”
Bajarê Kobaniyê yê li Rojavayê Kurdistanê ji ber ku bi temamî ji aliyê Artêşa Erebî ya Sûriyeyê ve hatiye dorpêçkirin û hemû xizmetguzariyên wekî av, kareba û înternet li ser xelkê hatine birîn, di rewşeke xirab de ne.
Serok Barzanî di berdewamiyê jî de got, “Dil û derûna me li gel xwişk û birayên me ye.
Mesele tenê navbeynkarî nîne, em her hewlê ji bo wan didin. Min ti carî bawerî bi şer neaniye lê heke zilm li Kurdan were kirin, wê demê em ji bo her tiştî amade ne.
Serok Barzanî tekez kir ku ew naxwaze rewş bigihe şer û pêwîst e heta ku pêkan be, bi zimanê têgihiştin û aştiyê pirsgirêkên Rojavayê Kurdistanê werin çareserkirin û got,“Heger bernameyek hebe ku destdirêjî li Kurdan were kirin û Kurd li herêmê nemînin, wê demê em hemû yek in.”
Serok Barzanî derbarê hewlên xwe yên ji bo rakirina dorpêça ser Kobaniyê wiha got, “Tişta ji destê min were ez dikim.
Heke ew derfeta min heba wekî sala 2014an min dê niha hêz ji bo Kobaniyê bişanda lê ew derfeta wê demê hebû, niha nîne.”
Serok Barzanî hişyarî dide û dibêje Kobaniyê di çarçoveya wan herêman de ye ku Kurdî ne û li gorî rêkeftinên navbera HSD û Şamê nabe destdirêjî lê were kirin.
Du roj in Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo gihandina alîkariya mirovî ya bo koçberan li Rojavayê Kurdistanê ye.
Serok Barzanî li ser şandina alîkariyan jî got, “Her ji roja ewil ve min daxwaz kiriye ku bi her çi şiyana wan heye herin ji bo alîkariya xwişk û birayên me yên li Rojavayê Kurdistanê. Spas ji bo Xwedê, ez bawer im roleke baş lîstine û dê berdewam bin jî.”
Ew herêmên ku di bin kontrola Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk (HSDyê) de bûn, çend roj in bi rewşeke leşkerî, ewlehî û rûxîna bilez a rewşa mirovî re rûbirû ne.
Tevî dorpêçan, hemû xizmetguzarî li ser Kobaniyê hatine birîn.