Li Hisîçayê tirs û hêvî bi hev re: Koçber li stargehan, şervan jî li eniya şer in
Hisîça (Rûdaw) - Li şûna dengê zengila dibistanê û dengê zarokan, niha tenê dengê hewar û nalîna Ebdulxenî û zarokên wî di nav van çar dîwaran de tê bihîstin.
Ev der poleke xwendinê ye li bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê, lê ev heft sal in bûye "mal"; maleke ku tenê navê wê mal e û hemû êşên koçberiyê tê de kom bûne.
Ebdulxenî Îsmaîlê ku 2019an ji ber şer û aloziyan ji Serê Kaniyê koçberî Hisîçayê bûye, çîroka heft salên jiyana xwe ya di nav vê dibistanê de ji Rûdawê re vedibêje.
"7 sal in di polê de dijîn"
Ebdulxenî dibêje, "Zehmetiyeke mezin heye, taqeta min a kirêkirina xaniyan nîne.
Em heft-heşt kes in di nav vê metbexa biçûk de dijîn. Rewşa me gelekî xerab e û heta niha kesî alîkariya me nekiriye.
Çarenivîsa Serê Kaniyê ne diyar e û em nizanin bê em dê vegerin yan koçberiyeke din li benda me ye."
Li navenda bajarê Hisîçayê dîmenekî dualî heye. Piraniya dikan û bazar ji tirsa destpêkirina şerekî nû girtî ne û beşek ji xelkê berê xwe daye Qamişloyê.
Lê di nav vê bêdengiya bazarê de, bêhna nanê germ û teze yê firinan, hêviyekê dide bajêr.
Rêzên dirêj ên xelkê yên ji bo nan, ne tenê ji bo têrkirina zik e, belkî bangawaziyeke bêdeng a ji bo berdewamiya jiyan û aştiyê ye.
Mihyedîn Hac Hisên, yek ji wan welatiyan e ku hîn li Hisîçayê maye û dibêje:
"Rewş baş e û xelk ji bo her tiştî amade ye. Weleh eger şer jî derkeve, ez dê her werim nan hilgirim û belav bikim.
Çimkî ev neçarî ye û mirov di dema şer de bêhtir pêdiviya wan bi alîkariyê heye."
Çavdêriya li ser girtîgehên DAIŞê
Di demekê de ku xelkê sivîl di derdê nan û stargehê de ye, li derdora bajêr rewş cuda ye.
Şervan û hêzên asayîşê di amadebaşiyeke tam de ne.
Her çiqas hêzên hikûmeta Sûriyeyê 60 kîlometreyan ji bajêr dûr bin jî, lê Zîlan û hevalên wê, çavekî wan li ser sînoran e û çavê din jî li ser ewlehiya navxwe ya bajêr e.
Şervana Kurd Zîlan dibêje, "Hevalên me tedbîrên pêwîst girtine.
Niha operasyonek ji bo kontrolkirin û parastina gelê me li nav Hisîçayê dest pê kiriye.
Bila ew aliyên ku şer dixwazin bizanin, em her tim li ser rêbaza şehîdên xwe ne û em dê bajêr biparêzin."
Dîmenê Hisîçayê tenê bi çekdarên li ser erdê bi dawî nabe; li asmanê bajêr jî dengê balafirên şer car caran bêdengiyê xera dike.
Li gorî zanyariyên Nûçegihanê Rûdawê, ev balafir ji bo çavdêriya du girtîgehên mezin ên DAIŞê li herêmê digerin.
Tirs ne tenê ji eniya şer e, belkî ji egera derketina her aloziyekê û reva girtiyên DAIŞê ye.