HSD: Em bi piştgiriya Koalîsyonê ji Girtîgeha Eqtanê vekişiyan
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku wan bi hevkariya Hevpeymaniya Navneteweyî (Koalîsyon), parêzvanên xwe yên li Girtîgeha Eqtanê ya Reqayê veguhastine cihên ewle.
Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê jî ragihand ku wan kontrola girtîgehê wergirtiye û dest bi kontrolkirina dosyeyên girtiyan kiriye.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro di daxuyaniyekê de eşkere kir ku proseya veguhastina şervanên wan ên ku erka parastina Girtîgeha Eqtanê li stûyê wan bû, bi dawî hat.
HSDyê di daxuyaniya xwe de got, "Bi hevkariya Hevpeymaniya Navneteweyî, proseya gihandina şervanên me yên ku erka parastina Girtîgeha Eqtanê ya li Reqayê li stûyê wan bû ji bo cihên ewle, temam bû."
Di Girtîgeha Eqtanê de nêzikî 2 hezar girtiyên rêxistina DAIŞê hene.
Wezareta Karên Navxwe kontrola girtîgehê wergirt
Di heman demê de, Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê di daxuyaniyekê de piştrast kir ku Birêvebiriya Girtîgeh û Çaksaziyan a girêdayî wezaretê, Girtîgeha Eqtanê ya li parêzgeha Reqayê wergirtiye ku berê di bin kontrola hêzên HSDyê de bû.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê, wan demildest dest bi kontrolkirineke hûr û berfireh a rewşa girtiyan û dosyeyên wan ên şexsî û dadwerî kiriye.
Wezaretê diyar kir, "Dê şopandin ji bo dosyeya her girtiyî bi cuda were kirin da ku rêkarên yasayî li hemberî hemû girtiyan bên bicihanîn."
Tîmeke taybet dê girtîgehê biparêze
Derbarê rewşa ewlehiyê ya girtîgehê de ku çekdarên DAIŞê tê de ne, hikûmeta Sûriyeyê ragihandiye, tîmeke taybet ji Birêvebiriya Têkoşîna li dijî Terorê û aliyên din ên pêwendîdar hatiye pêkanîn da ku erka parastin û kontrolkirina rewşa ewlehiyê ya nav girtîgehê bigirin stûyê xwe.
Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê di dawiya daxuyaniyê de îdia kir ku "Ew pabendbûna xwe ya tam a bi prensîbên mafên mirovan û serweriya yasayê ducare dikin."