Meghan Bodette: Rewşa Kobaniyê ji ya 2014an metirsîdartir e
Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebira Lêkolînan a Enstîtuya Aştiyê ya Kurd a Washingtonê Meghan Bodetteyê hişyarî da ku rewşa Kobaniyê ji ya sala 2014an metirsîdartir e.
Meghan Bodetteyê diyar kir ku piştgiriya çar parçeyên Kurdistanê dê destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di dan û standinan de xurt bike.
Birêvebira Lêkolînan a Enstîtuya Aştiyê ya Kurd Meghan Bodette ji Qamişloyê beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa rewşa meydanî û siyasî ya Rojavayê Kurdistanê kir.
Bodetteyê diyar kir ku her çiqas ji ber agirbesta di navbera HSD û hikûmeta Şamê de rewşa Qamişloyê aram be jî, rewşa Kobaniyê "gelekî metirsîdar e" û ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve hatiye dorpêçkirin.
“Rewş ji ya serdema DAIŞê xerabtir e”
Lêkolînera Amerîkayî rewşa niha ya Kobaniyê û serdema êrişa DAIŞê dan ber hev û got:
"Gelek kes dibêjin ku rewşa bajêr ji sala 2014an xerabtir e.
Ji her sê aliyan ve ji aliyê komên artêşa Sûriyeyê ve hatiye dorpêçkirin û xizmetguzariyên wekî av, elektrîk û înternetê qut bûne."
Meghan Bodette tekez kir ku bi giştî li Rojavayê Kurdistanê hewayeke "berxwedanê" serdest e û "her çiqas xelk aştiyê bixwaze jî li ser parastina axa xwe rijd e."
“Ev meseleya man û nemana neteweyekê ye”
Derbarê çûna ciwanên parçeyên din ên Kurdistanê ya Rojavayê Kurdistanê, Bodetteyê ew gav wekî "gelekî girîng" pênase kir û got:
"Ev peyamek e ji bo cîhanê ku ev ne tenê meseleya HSDyê yan beşeke Kurdistanê ye, belkî meseleya man û nemana neteweyekê ye."
Li gorî baweriya Bodetteyê, yekdengiya Kurdan rasterast bandorê li maseya dan û standinan dike û wiha anî zimên:
"Dema civaka navneteweyî û welatên navbeynkar bibînin ku xelkê her çar parçeyên Kurdistanê dixwazin Rojavayê Kurdistanê biparêzin û Kobanî hêla sor e, ev yek HSDyê di danûstandinan de xurttir dike.
Her wiha dike ku Şam û Tirkiye bizanibin ku nikarin derbasî Kobaniyê bibin."
Hevdîtina Tom Barrack û Mezlûm Ebdî
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Karûbarên Sûriyeyê Tom Barrack û Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî roja pêncşemê li Hewlêrê civiyabûn.
Meghan Bodetteyê li ser wê civînê got, "Piştî civînê hêviyek ji bo çareseriya aştiyane çêbûye lê hê jî tirs heye, çimkî hêzên Şamê gefan didomînin."
Piştî êrişên artêşa Sûriyeyê yên 6ê vê mehê yên li taxên Kurdan ên Helebê û berfirehbûna şer li herêmên din ên di bin desthilata Rêveberiya Xweser de, bi hezaran kes koçberî herêmên aram bûn û rewşa mirovî li wan deveran ber bi xerabbûnê ve diçe.