YPG çima navçeyên bakurê Helebê digire? Rayedarekî kurd bersiv dide!

 

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (El Partî) û serkirdeyê Encûmena Sûriya Demokrat (MSD – Meclisa Sûriya Demokratk) Nesrdîn Îbrahîm, derheqê pêşdeçûnên Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) li bakurê Helebê de got, armanca girtina wan deveran, paqijkirina terorsîtan û şikandina dorpêça li ser Efrînê ye.


Piştî kontrolkirina hin navçeyên bakurê Helebê wekî Til Rifet û Marihê ji aliyê HSDê ve, gellek kesayetî aliyên opozîsyona Sûriyê nerazîbûna xwe li ser kontrolkirina wan navçeyan nîşan didin û dibêjin, ew deverên netewa ereb in û nabe hêzên kurd wekî YPGê derbasî wan navçeyan bibin.


Lê serkirdeyê MSDê Nesredîn Îbrahîm - ku Encûmena wî sîwana siyasî ya Hêzên Sûriya Demokrate - di hevpeyvînekê de ji Radyo Rûdaw re got, sedemên kontrolkirina navçeyên bakurê Helebê, paqijkirina wan navçeyan ji terorê û vekirina dorpêçê ji ser Efrînê ye.


Nasredîn Îbrahîm herweha tekez li ser wê yekê kir ku pir girîng e hemû herêmên kurdî li Rojavayê Kurdistanê, ji Dêrîkê ta Kobanî û Efrînê bi hev de werin girêdan û ji aliyê siyasî û cografî ve bi navê xwe yê netewî Rojavayê Kurdistanê were naskirin.


Li ser şêweyê birêvebirin û sîstema siyasî ji bo welatê Sûriyê di siberojê de, Îbrahîm got ku Encûmena Sûriya Demoqrat, federaliyê çareya herî baş ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê dibîne û bi sîstema federal, wê hemû netewe û pêkhateyên Sûriyê bighin mafên xwe û wê bikaribin bi hev re bijîn…


Wî siyasetmedarê Rojavayê Kurdistanê, ku partiya wî berê endama ENKSê bû, rexne li ENKSê girt û got, ENKS di bin bandora hinek partiyan de ye ji ber wê jî zêde nikare gavan bavêje. Divê tevahiya Kurdan kongreyek nişimanî li dar bixin û gotina xwe li Sûriyê bikin ye…


Tê zanîn, Tirkiye ji pêşdeçûnên YPG/HSDê li bakurê Helebê pir ditirse ji ber wê jî zêdetirî hefteyekê de çeperên şervanên YPGê yên li derdora bajarên Efrîn û Ezazê dide ber topan.