Kurdên Rojava: Daxwaza me Kurdistaneke yekpar û tixûbên wê tê zanin e

Mêrdîn (Rûdaw) – Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejmareke zêde ji ji penaber û koçberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hene, koçberên Rojava ji nêzîk ve guhertinên nav Sûriyê dişopînin. Ew hêvî dikin kirîza Sûriyê çareser bibe, Kurd jî bi xurtî cihê xwe di Sûriya Siberojê de bibînin.


Peyamnêrê Rûdawê Mehdî Mutlu li Mêrdînê serdana hin koçberên Rojavayê Kurdistanê hêviyên wan ên ji hevdîtinên Cinev 4ê wergirt.


Ev der Gundê Qizila ser Beriya Mêrdînê ye, Rojîn jineka penabera Dirbêsiyê ye, di vê xaniyê biçûk de zarokên xwe dihewîne, kurê wê di landik de razandiye ji bo ew xwarinê çeke divê kaça wê ya Mihabat alîkariya wê bike, mihabat birayê xwe dihejîne û Rojînxan tevdîra şîvê dibîne.


Rojîn Hemo yek jî koçberên Rojavayê Kurdistanê ye û niha li gundê Qizila ser Beriya Mêrdînê ye dijî. Rojîn jineka koçbera Dirbêsiyê ye, di vê xaniyê biçûk de zarokên xwe dihewîne, kurê wê di landik de razandiye ji bo ew xwarinê çeke divê kaça wê ya Mihabat alîkariya wê bike, mihabat birayê xwe dihejîne û Rojînxan tevdîra şîvê dibîne.


Koçbera Rojavayê Kurdistanê Rojîn Hemo ji Rûdawê re wiha got: “Her çiqas ev der jî Kurdistan be, dîsa em xerîb in, hêvî û hesreta me ku rojek wek herkesi em jî vegerin cem ehlên xwe.”


Ji  120malên Qizila Dêrikê 39ê wî yên koçberên rojavayî ne, malê koçberan ne di nav gund de ye, ew li ser bîrên avdanîyê bi cîh bûne, ji ber ku ew ji xudanmilk re bi nispî dixebitin û debara xwe wisa dikin.


Mehmûd Hemo jî li ber derê malê li aliyekê karê xwe dike û li aliyekê jî li ser paşeroja Sûrî diaxife, ji ber ku ew paşeroj ya wan bi xwe ye.


Mehmûd Hemo jî got: “Çi maf ji xelkên din re hebe , em jî wan mafan dixwazin. Hêviya me Sûriyeke Demokratîk ku xalî be ji dîkdatoriyê,ji kuştinê û ji binçavkirin. Daxwaziya me Sûriyeke Federal e, ku mafên herkesi tê de hebe, nemaze ji bo Kurdan û daxwaziya me Kurdistaneke yekpar ku tixûbê wê ji aliyên herkesi ve tê zanîn.”


Penaberên Rojavayî her çend xerîkê halê xwe yê rojane bin jî, van rojan ew her tim li ser desthilatiyeke nû a Sûrî diaxifin û hema hema daxwaza wan ji paşerojê daxwazeke hevpar e.


Piştî şerê Sûrî 6 hezar malbat xwe li gund û bajarokên bajarê Mêrdînê girtin, ev koçber bêhtir xelkên Dirbêsî, Amûd û Qamişlo ne.