Ji bo bîranîna nivîskarê navdar ê Kurd Emerîkê Serdar

23-02-2018
RÛDAW
Nîşan Emerîkê Serdar Ria Teze Ermenîstan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskar, rojnamevan, wergêr, rexnevanê naskirî, berpirsyarê rojnama  “Rya Teze “ ya sereke yê berê Emerîkê Serdar 19ê Sibata sala 2018ê de li bajarê Xarkovê  ya Ûkraynayê koça dawî kir.

 

Heval û hogirên Emerîkê Serdar ji bo sersaxiyê peyamek weşandin, ku wênekeye wê peyamê jî gihişte destê Rûdawê.

 

Nameya heval û hogirên wî wiha ye:

 

Çand û wejeya kurdî ziyaneke mezin kişand. Nivîskarê navdar, rojnamevanê Ermenîstanê yê kedkar, wergêr, rexnevan, karmendê civakê yê naskirî, berpirsyarê rojnama  “Rya Teze “ ya sereke yê berê Emerîkê Serdar 19ê Sibata sala 2018êa li bajarê Xarkovê ya Ûkraînayê, di 83 saliya temenê xwe de ji ber nexweşiya dil çû ber dilovaniya Xwedê.

 

Emerîkê Serdar 8ê Sibata sala 1935ê, li gundê Pampa Kurda (niha Sîpan, qeza Aragasotnê) ya li Ermenîstanê, di mala Dewrêşê Serdar û Seyra Xudo de hatiye cîhanê. Hêj 6 salên wî xitim ne bûbûn,  “Şerê Weteniye yê Mezi “ dest pê kir û bavê wî di wî şerî de şehîd ket.

 

Emerîkê Serdar paşî dibistana gundê xwe de 7 salan xwend û xwendina navîn li dibistana gundê Elegezêstendiye qedand.

 

Di sala 1959ê wî fakûlteya dîrokê-fîlolojiyê ya Înstîtûya Ermenîstanê, dersdarî li ser navê Xaçatûr Abovyan serhevde anî, 3 mehan di dibistana gundê Elegeza Navîn de bû dersdarê ziman û wêjeya ermenî û kurdî.

 

Heman salê jî ji wî dixwazin, di Radyoya Yêrêvanê de para dengkirina kurdî de kar bike. Destpêkê li wir weke bêjer kar dike û paşê dibe cîgirê serokê wê beşê. Sala 1962ê Emerîkê Serdar dibe cîguhastî rêdaksiyona rojnema  “Rya Teze “. Pêşiyê weke wergêr dixebite û paşê dibe serokê para çandê û nema, katibê cabdar, cîgirê berpirsyar. Lê ji sala 1991ê hetanî sala 2006êa ew dibe berpirsyarê rojnayeê yê sereke.

 

Emerîkê Serdar ji sala 1965ê ve endamê Yekîtiya Rojnemevanên Ermenîstanê bû û herwiha ji sala 1995ê ve endamê Yekîtya Nivîskarên Ermenîstanê. Herwiha jî endamê PENa Kurdî bû.

 

Di sala 1980ê de ji ber keda mezin di asta pêşvebirina çapemeniyê de, Sedirtiya Şêwira Ermenîstanê Emerîkê Serdar bi rêznemayê xelat dike. Di sala 1986ê de ew hêjayê navê  “Siyanet–Rojnemevanê Rêspûblîka Ermenîstanê “ yê kedkar tê dîtin.

 

Meha Tebaxê ya sala 2009ê, Navenda Bîografiyê ya navnetewî li Kêmbrîcê, nasnavê  “Profêsiyonelî ya cihanî ya pêşeng a 2009ê “ da Emerîkê Serdar. Di sala 1992ê de ew bû Serokê Serwêrtiya Şêwira Rewşenbîrên Kurdên Ermenîstanê.

 

Emerîkê Serdar xudanê bi sedan gotaran e, ku bi zimanê kurdî, ermenî û rûsî li ser pirsên wêje û çandê hatine çapkirin.

 

Vê gavê 12 berevokên serhatî û romanokên Emerîkê Serdar çap bûne. Ji wan 8 bi zimanê kurdî ne,  “Destê dê “ (1974),  “Îdî dereng bû “ (1979),  “Dengê dil” (1985), “Gundê me” (2006), “Hisreta emir” (2008), “Bijare” (2011), “Keşkûl” (2013), “Mukurî” (2014).

 

Herwiha 3 berevok jî afirandinên wî ne, ku bi rûsî hatine wergerandinê: “Bûk du caran suwarkirin” (bi rûsî navê pirtûkê awa ye: “Dewetek du cara kirin”) (2005), “Hetanî kengê?” (2007) û “Wê şevê...” (2013).

 

Berevoka Emerîkê Serdar a 12emîn ji bona zaroka ye û nave wê jî “Em çûne aş” e (2014).  Ew bi kurdî û rûsî hatiye weşandin. Afrandinê berevoka rûsî ya pêşin ji aliyê hersê keçên wî, Leylê, Nûrê û Zerê ve hatine wergerandin. Lê afirandinên herdu berevokên mayîn jî ji zaroka Nûrê tenê wergerandiye.

 

Gelek serhatiyên Emerîkê Serdar di pirtûkên dersê zimanê kurdî de ronayî dîtine, hemû hejmarên almanaxa afirandinên helbestvan û nivîskarên kurdên Ermenîstanê ye “Bahara teze”de hatine çapkirinê, wiha jî li welatê der derketine.

 

Sala 2012êa serhatiya wî ye “Nemebir” bi wergera zimanê fransî li almanaxa Înstîtûya Kurdî ya Parîsê de salewextêda hatiye çapkirin.

Mijara afirandinên wî yê sereke jiyana gund e. Lê nîgara dayîkê nava afirandinên wî de cîkî berbiçav digre. Ew gelekî bi dil û xemkêşî derheqa dêda, xemxurî û mêrxasiya wê de, emrê wê yî dijwarda dinivîse.

 

Emerîkê Serdar nava wêjeya kurdên Sovêtê de nivîskarê pêşin e, ku janra nexş-nîgarên hûr (helbesta spî) nivîsî. Raste ku kurt in, lê bi naverok kûr û felsefî ne.

 

Emerîkê Serdar wergêrekî bê qûsûr e. Ewî çend pirtûkên siyasî wergerandiye kurdî û çap kirine. Emerîkê Serdar wergêrvanekî wejeya bedewetiyê naskirî ye. Wî romanoka nivîskarê ermenyayî naskirî, dost û xêrxazê gelê me, berpirsyarekî rojnema “Rya teze” yêyî pêşin Hiraçya Koçar ya bi navê “Hizret” wergerandiye kurdî û çap kirye.

 

Wî berevokên helbestvanên Ermenya yê mezin Hovhannês Tûmanyan û Avêtîk Îsahakyane wergerandiye kurdî, yên ku bona 100-saliya bûyîna wan ronayî dîtine.

 

Em, heval-hogirên wî yên jiyanê û pênûsê sersaxiyê didine malbeta rehmetî!

 

Bila serê gelê me sax be!”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst