ENKS piştevaniya biryara Trump dike

Hewlêr (Rûdaw) – Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) piştevaniya xwe bo biryara Serokê Amerîkayê Donald Trumo nîşan da û daxwaz kir ku Neteweyên Yekgirtî çavdêriya parastina Rojavayê Krudistanê bike.

 

Endama Desteya Serokatiya ENKSê, Fesla Yûsif ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da xuyakirin, ku ev biryara Trump di bin zextekê de hat standin û got: “Hebûna vê hêzê dikeve ximzeta parastina deverê û xelkê deverê.”


Fesla Yûsif diyar kir ku heger herêmeke aram bê avakirin, divê di bin çavdêrî û serpereştiya civaka navdewletî de be, daku ev herêm ji tevahiay gef û metirsiyan bê parastin.


Fesla Yûsif wiha got: “Di baweriya me de ev biryara  Serokê Amerîkayê ya ji beşek ji hêzên welatê xwe li rojhilatê Feratê bihêle di bin zextekê de hatiye standin. Ev herêma di bin zextan de ye çi ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve be û ji aliyê rejîmê ve be. Bê guman berî her tişt mana hêzên wan ji bo berjewendiyên wan e, lê hebûna vê hêzê dê bikeve ximzeta parastina deverê û xelkê me. Em wek ENKS dixwazin divê ev herêma me di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de bê parastin.”


Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû  ku wan di şerê DAIŞê de serkeftineke mezin bidest xist û piştrast kiribû ku ew dê hejmareke hêzên xwe yên serbazî li Sûriyê bihêlin.