Dilşad Seîd bi perçe muzîkek Şîfa Gerdî bi bîr anî

Hewlêr (Rûdaw) - Muzîkjenê Kurd ê navdar Dilşad Seîd di merasima duyemîn xelata cîhanî ya Şîfa Gerdî de, bi parçeyekê muzîkê Şîfa Gerdî bi bîr anî.

Muzîkjen Dilshad Seîd derbarê amadekirina vê muzîka li ser Şîfa Gerdî de ragihand: “Min liv û tevgera Şîfa dîtibû dema ku nûçe pêşkêş dikirin, bi taybet li Mûsil hat û çûna wê ya bilez axiftina wê serûçavên wê rengê wê min hawl da tewsîr wê di muzîkê de bike. Şîfa ez yek ji hezkerin wê bûm tevî ku min nasnedikir wek kes lê ew zîrek bû, Soranî û Kurmanciya wê pir baş bû.”

Beşa Muzîkê di merasîma xelata şîfa Gerdî de ji gotin û gotaran ne kêmtire, tîpa milî ya Mûsil jî bi gotina çend stranên Erebî beşdar bû.

Tîpa ku şîfa di şerê bajarê wan de şehîd ketibû bi meqam û kiltûrê Mûsilî ew bi bîranîn.

Hunermend Nebîl Şear jî radigihîne, “Bandorek wê ya mezin li ser me hebû. Rastiyek pir bi êş bû, heta niha jî ew bandor û şîn  di hindirê me de ye û nû dibe li ser tiştê ku hate serê me. Li Mûsilê bi giştî, beşdariya me cihê  kêfxweşiya me bû û giranbuha bû li ba me ku li ser vexwendina Rûdawê bû .”

Muzîka Kurdî û Erebî ku li dû hev di merasîman de hatina pêşkêşkirin atmosfereke din dane beşdaran û dan xuyakirin ku çiqasî Tora Meydayî ya Rûdawê guhdanek zêde bi vê merasîm dide .

Yek ji beşdaran Şoxan Osm jî dibêje, “Merasîma Şîfa Gerdî merasîmeke şayisteyê Şîfa Gerdî bû, ew gulek bû ji gulên Kurdistanê. Ev Merasîm jî rengvedan wê bû ew nimûneyekî serkeftî ya keça Kurd bû.”

Beşdarekî din, Omer Qadir jî diyar dike, “Merasîm bi giştî pir baş bû ev jî tiştekî nû nîne ji bo Rûdawê. Rûdaw dezgehek xwedî karîn e, bi rengekî pir baş hatibû rêkxistin û li gor astê hilkeftê bû em weke rojenmevan şanazî bi xelata Şîfa Gerdî dikin, rêkxistin û muzîk û hemû festîval di asteke pir baş de bû.”

Di yekemîn merasîma belavkirina xelata şîfa Gerdî de hunermendê Kurd Ciwan Haco stranek li ser şîfa pêşkêş kiribû û muzîkjenê Kurd Hejar Zehawî û tîpa wî jî perçeyek muzîkê pêşkêş kiribûn.

Di merasima îsal de jî bi muzîka Kurdî û Erebî merasîm birêve çû û dibe ku di sêyemîn merasîma Xelata Şîfa de Tora Medyaî ya Rûdawê tiştekî din yê balkêş ji bo bilindragirtina vê helkeftê pêşkêş û sersam bike.