Omer Ocalan: Berî her tiştî azadiya Kurdistanê!

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê HDPê Omer Ocalan dibêje, “em ji bo azadiya Kurdistanê, ji bo serxwebûna Kurdistanê dixebitin. Omer Ocalan tekezî li ser vê peyama xwe dike û dibêje: Berî her tiştî azadiya Kurdan, azadiya Kurdistanê.”

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Omer Ocalan di dema birêveçûna kongreya HDPê de li Enqerê, beşdarî weşana zindî ya Rûdawê bû û bersiva pirsên peyamnêrê Rûdawê Şewket Herkî da.

Omer Ocalan kongreya HDPê weke ‘kongreyeke internasyonal’ bi nav kir û amaje bi hejmara zêde ya mêvanên ji Rojhilata Navîn di kongreyê de kir û got, “Lê tişta bala min dikişîne, em ji bo azadiya Kurdistanê, ji bo serxwebûna Kurdistanê em dixebitin. Em dê di nav HDPê de weke parlamenterên Kurdistanê xebatên xwe berdewam bikin.”

Parlamenterê Rihayê di dewama gotinên xwe dibêje, “rast e HDP weke sîwanekê ye, gelek netew, bawerî, fikr û raman tê de siyasetê dimeşînin. Em jî li wê derê ji bo Kurdistana azad , ji bo berjewendiya gelê Kurd em dê her tim bixebitin.”

Omer Ocalan herwiha got ku ew gelek bi kêfxweşî pêşwazî li peyamên ku ji serkirdeyên Başurê Kurdistanê bo kongreyê hatine şandin dikin û tekez kir ku ew dê ji bo pêkanîna yekrêziya Kurdan, xebatên xwe li qadê berdewam bikin û got, “Pêwîst her dem Kurd bibin yek.”

Herwiha derbarê siyaseta HDPê de jî Omer Ocalan dibêje, “rast e demorkasiya Tirkiyê girîng e, sûda wê dê bigihije gelê Kurd, lê berî her tiştî azadiya Kurdan, azadiya Kurdistanê.”

Omer Ocalan dûpat jî dike ji bo ku “her çar perçên Kurdistanê di aliyê derûnî de aliyê fikr û raman de bigihjin hev, em weke parlamenterên Kurd xebatên xwe berdewam bikin.”

Ew parlamenterê HDPê dibêje, “Kurdên ku di nav HDPê de siyasetê dimeşînin barê wan giran e. Divê siyaseteke kurdewarî bimeşînin. Dema di nav HDPê siyaset, têkoşîn û rihê Kurdistanî kêm dimîne, divê serî parlamenterên Kurd xwe di ber çav re derbas bikin. Divê em di nav HDPê berjwendiya gelê Kurd, berjewendiya Kurdistanê zêdetir pêş bixin.”

Wî parlamenterê HDPê dibêje, “Li her çar perçên Kurdistanê zilm li Kurdan tê kirin. Divê kurdên Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava bibin yek.”

Di dewama gotinên xwe de Omer Ocalan pêşbînî dike ku dê hilbijartineke pêşwext çê bibe bo serokomariya Tirkiyê û amaje bi karîgeriya Kurdan dike di hilbijartinan de û dibêje, “Lê azadiya Kurdistanê, serxwebûna Kurdistanê bi hilbijartina Tirkiyê ve girêdayî nîne. Kurdên em jî bila vê bizanin. Ji bo amûreke pir girîng e, lê ne armanek mezine. Divê armanca me Kurdan her tim azadiya Kurdistanê be.”

Kogreya çaremîn ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro li Enqereya paytexta Tirkiyê birêve çû. Di wê kongreyê de Pervîn Buldan û Mîthat Sancar weke hevserokên HDPê hatin hilbijartin.