Îranê girtiyekî siyasî piştî 16 salan azad kir
Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê siyasî yê xelkê Başûrê Kurdistanê Elî Ehmed Silêman ku demekê rûbirûyê hukmê darvekirinê jî bû, piştî 16 sal zîndanî li Urmiyê hat azadkirin. Li gor raporta Tora Mafên Mirov a Kurdistanê, Elî Ehmed Silêman bo Rêveberiya Welatiyên Biyanî ya Bajarê Urmiyê hatiye veguhestin daku bilez radestî Herêma Kurdistanê bê kirin.
Elî Ehmed Silêman 17ê Mijdara sala 2005an li navçeya Tirgewer ser bi parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên emnî yên Îranê ve hat desteserkirin. Piştre li Dadgeha Şoreşê ya Urmiyê bi tohmeta “endamtiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê – PJAK) û “bezandina neyasayî ya sînor” bi 5 sal û 6 meh zîndanî hat cezakirin.
Elî Ehmed Silêman sala 2012an ji ber peywendiya ligel Ofîsa Raporterê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Bo Karûbarê Îranê Ehmed Şehîd û ragihandinên derveyî Îranê dîsan li Şaxa Yekê ya Dadgeha Şoreşê hat dadgehîkirin û vê carê bi tohmeta “propagandeya dijî Komara Îslamî ya Îranê” cezayê salek zîndanî li ser hat ferzkirin.
Piştî temambûna hukmê Elî Ehmed Silêman, Îtlaata Supaya Pasdaran dosyayeke din jê re vekir û tohmeta “kuştina du endamên Supaya Pasdaran” xistin stoyê wî. Bi vê tohmetê sala 2013an bi du car qesas hat cezakirin.
Malbatên wan herdu endamên Supaya Pasadaran bi mercê xwîna wan bidi new efû kirin, lê ji ber aliyekî giştî yê kuştinê jî heye, bi 9 sal û 6 mehan hat cezakirin. Lê piştre dadgehê yek li ser heştê hukmê wî kêm kir.
Li gor Raporta Tora Mafên Mirov a Kurdistanê, ew girtiyê siyasî di dema girtinê de gelek caran hatiye êşkencekirin. Carekê 4ê Sibata 2015an bo dema 33 rojan ket greva birçîbûnê û bo Zîndana Tewrêz hat veguhestin, lê piştî nêzîka 5 salan dîsan bo Zîndana Urmiyê hat veguhestin.