Neteweyên Yekbûyî 27 barhilgirên alîkariyê şandin Kobaniyê

Hewlêr (Rûdaw) - Ofîsa Hevahengiya Kar û Barên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA), karwanekî nû yê alîkariya mirovî yê ku ji 27 barhilgiran (TIR) pêk tê şand Kobaniyê.

Di nav barhilgirên alîkariyê de xwirek, doşek û kel û pelên din hene.

Her wiha ji bo nexweşxane û stasyonên avê jî sotemenî hatiye şandin.

OCHAyê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku karwanekî alîkariya mirovî yê ji 27 barhilgiran pêk tê derbasî herêmê bûye.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Di nav wesayîtan de kel û pelên bijîşkî û tenduristiyê, xwirekên bingehîn, kel û pelên din ên alîkariya mirovî û sotemenî hene.

Ev alîkarî ji bo piştgiriya pêdiviyên mirovî yên zêde yên li herêmê hat şandin."

“Ev karwanê sêyem e”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kel û pelên bijîşkî û sotemenî ji bo berdewamiya xizmetên tenduristiyê gelekî girîng in.

Hat diyarkirin ku dê sotemeniya hatiye şandin ji bo berdewamiya karê nexweşxane, stasyonên avê û xizmetên din ên bingehîn were bikaranîn.

Her wiha hat gotin ku ev karwanê alîkariyê yê sêyem e ku bi hevahengiya Neteweyên Yekbûyî û bi hevkariya saziyên fermî û rêxistinên civaka sivîl tê organîzekirin.

OCHAyê ragihand ku ji bo dema bê plansaziya şandina karwanên nû yên alîkariyê heye lê heta niha ji bo dema şandina wan salnameyeke tekez nehatiye diyarkirin.