Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê: Divê statuya Kurdî bi awayekî fermî bê naskirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hinek xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê bangî Kurdan kir ku i zimanê xwe xwedî derkevin û got, “Divê statuya Kurdî bi awayekî fermî bê naskirin”

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê bi boneya 21ê Sibatê Roja Cîhanê ya Zimanê Dayikê daxuyaniyek belav kir.

Xwendekaran di daxuyaniya xwe de bal kişandin ser girîngiya ziman û têkoşîna ji bo zimanê Bengalî ya li Pakistanê bi bîr anîn.

"Têkoşîna xwendekarên Bengalî"

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku berê li Pakistanê tenê zimanê Urdûyî fermî bû û Bengalî li dijî vê neheqiyê têkoşiyan.

Xwendekaran got, “Sala 1952yan, xwendekaran ji bo zimanê xwe têkoşîn kir û 21ê Sibatê gelek ji wan hatin kuştin."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî çar salan ji ber wê têkoşînê, zimanê Bengalî wekî zimanekî fermî hat qebûlkirin.

“Em li zimanê xwe xwedî dernekevin dê winda bibe”

Xwendekaran diyar kir ku ew ciwanên Bengalî yên ji bo zimanê xwe canê xwe feda kirin ji wan ne cuda ne û got, "Em jî wek Kurdan ji bo zimanê xwe gelek têkoşiyan."

Xwendekara wiha got:

“Divê em wekî xwendekar û ciwanan zêdetir li ser zimanê xwe bisekinin û zimanê xwe biparêzin.

Eger em vî zimanî neparêzin, li şûna me ti kes naparêze û zimanê me yê dayikê ber bi windabûnê ve diçe."

Daxwazên xwendekaran

Xwendekaran destnîşan kir ku zimanê Kurdî nefermî ye û ti statuya wî tune û ev yek nayê qebûlkirin.

Wan daxwazên xwe yên ji bo pêşxistina zimanê Kurdî wiha rêz kirin:

  • Divê saetên dersên bijarte yên Kurdî li dibistanan bên zêdekirin û ji bo hemû zarokan bin.
  • Divê rê li ber zêdekirina prestîja Kurdî bê vekirin.
  • Divê di qadên giştî û fermî de zimanê Kurdî were bikaranîn.
  • Divê kontenjanên beşên Kurdî li zanîngehan bên zêdekirin.
  • Divê statuya Kurdî bi awayekî fermî bê naskirin.

Xwendekaran bangî miletê Kurd jî kir û got, “Kurdno, xwe ji asîmîlasyonê xilas bikin û li eslê xwe, li zimanê xwe vegerin. Heger em li vî zimanî xwedî dernekevin, ti kes dê xwedî lê dernekeve.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Em li dijî tunekirina zimanê xwe û zimanên din in. Divê zimanê me, koka me û jiyana me bê parastin. Bijî Zimanê Kurdî, Bijî Roja Zimanê Dayikê, Bijî 21ê Sibatê” bi dawî bû.