Li Cizîrê êrişa bi çekê: Kesek hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, di êrişa çekdarî de kesek hat kuştin.

Li taxa Sûrê ya navçeya Cizîrê, kesekî ku nasnameya wî nehat tesbîtkirin bi demançeyê êrişî Bîlal E. kir û ew bi giranî birîndar kir.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Heta tîmên tendirustiyê gihiştin cihê bûyerê Bîlal E. canê xwe ji dest da.

Tîmên tebduristiyê termê ji bo otopsiyê bir Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.

Hat zanîn kujer piştî êrişê xwe radestî polîsan kiriye.