Li Erziromê zêdetirî 10 wesayîtan li hev qelibîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Aşkelehê ya parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê qezayeke zincîrî çêbû.

Di qezayê de zêdetirî 10 wesayîtan li hev qelibîn û 27 kes birîndar bûn.

Ji ber berf û qeşayê li hev qelibîn

Li parêzgeha Erziromê ji ber berf û qeşayê pirsgirêkên trafîkê çêdibin.

Îro li ser rêya di navbera Erzirom û Aşkelehê de zêdetirî 10 wesayîtan li hev qelibîn.

Di nav wesayîtên ku li hev qelibîn de otobusa rêwiyan, barhilgir, minîbus, makîneya kar û otomobîl hebûn.

Rê hat girtin

Li gorî agahiyên, di encama qezayê de gelek kes birîndar bûn û rêya Erzirom-Aşkelehê hat girtin.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê bi ambulansan 27 birîndar veguhastin nexweşxaneyên li Erziromê.