Li Bakurê Kurdistanê bereket: Çem û kanî bi coş diherikin

Hewlêr (Rûdaw) - Baran, berf û şiliya ku îsal li Bakurê Kurdistanê bariya, bû wesîleya teqîna çem, kanî û cobarên ku miçiqî bûn û êdî nediherikîn.

Asta ava çem, gol û bendavan jî bilind bûye.

Li parêzgeha Sêwazê û Semsûrê û gelek cihên din jî rêjeya ava bendavan ji sedî 5 heta ji sedî 10 bilind bûye.

Pispor dibêjin, piştî baran û şiliya biharê dê zêdetir jî bibe.

Li gorî amarên Birêvebiriya Giştî ya Keşnasiya Tirkiyeyê, li parêzgehên Semsûr, Riha, Sêrt, Şirnex, Colemêrg, Wan, Sêwaz, Meletî û Agiriyê yên Bakurê Kurdistanê şilî û baran li gorî par ji sedî 100 zêdetir bûye.

Çem û kanî bi coş diherikin

Li Bakurê Kurdistanê îsal zivistaneke bi bereket û şiliyeke zêde heye.

Piştî barana zêde asta ava çem, gol û bendavan bilind bûye.

Li parêzgeha Sêwazê piştî barana zivistana îsal asta ava bendavan bi awayekî berbiçav zêde bûye.

Akademîsyenê Zanîngeha Cumhuriyetê ya Sêwazê Fatîh Kartal got:

“Bi barana di mehên biharê de dê asta avê zêdetir bilindtir bibe.

Em niha li gorî amarên meha Sibatê diaxivin. Li gorî amarên Sibatê jî asta bendavan bi awayekî cidî bilind bûye.

Li hinek bendavan ji sedî 5 û li hinekan ji sedî 10 bilind bûye.”

Gola Zûriyan vejiya

Barana zêde hinek gol jî ji mirinê rizgar kirine.

Li navçeya Aldûşê ya Semsûrê, Gola Zûriyan a ku sala borî metirsiya ziwabûnê li ser hebû îsal careke din vejiya.

Ji ber ku zûriyên wê ji bo dermankirinê tên bikaranîn Gola Zûriyan ji bo geştyariya herêmê girîng e.

Wênegir Muhammed Akturk got, “Sala borî bi rastî ziwa bûbû û hêviya me nemabû. Ji ber ku çavkaniyên avê yên golê nemabûn.

Milet bi armanca dermankirinê dihatin Gola Zûriyan. Lê eger îsal jî baran nebarîbûya dê bi temamî hişk bûbûya û biqediya.”